Diz ketin avahiya MED-DER’ê 2023-01-15 17:15:42 AMED - Hate zanîn ku serê vê sibê diz ketine avahiya MED-DER’ê û kombî, çend bîlgîsayar û hinek pereyê saziyê hatine dizîn.   Hate diyarkirin ku serê vê sibê diz ketine avahiya Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) ku li Semta Gazîler ya navçeya Peyasa Amedê ye. Hat zanîn ku kombî, çend bîlgîsayar û hinek pereyê saziyê hatiye dizîn. Her wiha diz an jî dizan, hesinên ku li ber pacê ne, şikandine û wisa ketine di nava hindirê saziyê de. Rêveberiya Saziyê da zanîn ku derbarê vê yekê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    MED-DER’ê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Îro berdestê sibê diz ketine komeleya me û tiştên saziyê dizîne, ev komele bi piştgiriya gelê me li ser piya ye. Banga me kesên ku ketine komeleyê; ev şerm e! Şerm bikin. Pergala ku we arasteyê diziyê dike, zimanê me jî diziye!!!”