ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-16 09:00:18 * Emîne Şenyaşar ji bo danişîna ewil a doza “komkujiya nexweşxaneyê” ku sibê bê lidarxistin got: “Heke zext çêbibe, dibe ku edalet pêk were û kurê min bê berdan. Hêviya min di hatina we de ye.”    * Li Wanê, welatiyên ku bi hêviya dîtina berhemên erzan, bazara gel tercîh dikin wiha gotin: “Em bêyî ku tiştekî bikirin vedigerin. Kesên birêvedibin welat xistin vî halî.”   * Yek ji generalên zanayê kurd Apê Mûsa, Yilmaz Yakût (Kalo), salek berê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Dayika wî Mevlûde Yakût qala lawê xwe kir û got: "Gelek caran hat binçavkirin, revandin, îşkencekirin. Pir zehmetî dît lê dîsa jî girêdayî doza xwe bû."   * Hevserokê OHD’a Îzmîrê Welat Zeren ê li Girtîgeha Kepsûtê ku mafên herî bingehîn jî lê hatine sekinandin hevdîtin kir, anî ziman ku tevî pêkanînên keyfî û hewldanên provokasyonê yên rêveberiya girtîgehê jî têkoşîna girtiyan a ji bo jiyaneke bi rûmet berdewam dike.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 679’an de bidome.    * Nobeda Edaletê ya ku parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin dê di roja 18'emîn de berdewam bike. (11.00) ZINDÎ   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê têkildarî doza girtina partiya xwe li Navenda Giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00) ZINDΠ   * ESP dê li pêşiya Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê têkildarî binpêkirinên li girtîgehan daxuyaniyê bide. (13.00)   * Ji “Generalên Biçûk” ên Mûsa Anter, Yilmaz Yakût (Kalo) ku demekî dirêj belavkariya rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat kiribû dê di yekemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Yenîkoy a Amedê ji hêla DFG’ê ve bê bibîranîn. (14.00)   * Firinvanên Amedê dê li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) çalakiya destjêberdana kar li dar bixin. (14.00)