Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da 2023-01-16 11:02:53   STENBOL - Li Sefakoyu ya Kuçukçekmeceyê welatiyek di navbera metrobus û peronê de ma û jiyana xwe ji dest da.   Li rawestgeha metrobusê ya li semta Sefekoyu ya navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê welatiyek ku li benda metrobusê bû, ji ber sedemek nayê zanîn ket xwarê. Welatiyê ku di navbera metrobus û peronê de ma, li cihê bûyerê canê xwe ji dest da. Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û cenazeyê welatiyê navê wî nehat hînbûn rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya li Yenîbosnayê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.