Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe 2023-01-16 11:53:47   RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê di roja 679’emîn de berdewam dike got: “Dayê ji darazê edalet dixwaze. Êdî bila ev zilm bi dawî bibe.”    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Fadil û Adil Şenyaşar di êrişê de hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin ku di dozê de pêk were. Ji ber ku malbat ji bo bernameyek televîzyonê çûbû Stenbolê, îro nehat ber Edlyeya Rihayê.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî nobeda xwe wiha got: “Xweşî û hêza dewletan bi edaletê tê pîvan. Rengê hêsirên çavê dayikan nîne. Dayê ji darazê edaletê dixwaze. Êdî bila ev zilm bi dawî bibe.”