Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin 2023-01-16 22:20:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Minbic û Dêrazorê bi meş û mîtîngan tecrîd û êrîşên Tirkiyeyê hatin protestokirin û hat xwestin ku CPT der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, daxuyaniyê bide.   Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Minbic û gundewarên wê xwepêşandanek li dar xist û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Her wiha hat xwestin ku CPT rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan eşkere bike.   Welatî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bi can bi xwîn em bi te re Ocalan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Xwepêşandan ji çerxerêya El Mîzan destpê kir û ber bi stada 4 Nîsanê ve dewam kir. li pêşiya stadê xwepêşandan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbic û gundewarên wê Salih Cefal axivî û diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rêya azadî û hêviyê xêz kir, lê belê dewleta tirk tecrîdê li ser ferz dike.   Cefal da zanîn ku divê şêniyên Minbic û gundewarên wê xwedî helwestekê bin û bibin yek heta ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dest bixin û wiha domand: “Divê CPT û tevahî rêxistinên ku banga mirovahiyê dikin, yekser rewşa tenduristiyê ya Rêbertî eşkere bikin.”   Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û “Em bi te re ne ey Serok” bi dawî bû.   DÊRAZORÊ   Meclîsa Herêma Rojava ya Dêrazorê xwepêşandanek li bajarokê El Cezra li dar xist û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan kir. Şêniyên bajarokê El Cezra û endamên saziyên sivîl ên rojavayê Dêrazorê tevlî çalakiyê bûn.   Xwepêşandan ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan destpê kir û ber bi çerxerêya bajarokê El Cezra ve dewam kir û xwepêşandêran wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên “Erdoganê terorîst” û alên QSD’ê hildan.   Xwepêşandan li çerxerêya bajarokê El Cezra rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Hevseroka Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Herêma Rojava Rehma El Nasir daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku dewleta tirk bi êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku aramî û ewlehiya herêmê û projeya Rêveberiya Xweser a demokratîk têk bibe.   Di dawiya daxuyaniyê de bang li raya cîhanê hat kirin ku helwesteke zelal nîşan bide û tecrîda ne rewa û nemirovî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rake.