'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e' 2023-01-17 09:06:34   STENBOL - Welatiyên ku di mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang kirin, gotin ku Ocalan dê bi yekitiya gelan azad bibe.    Tifaqa Ked û Azadiyê li Qada Kartalê ya Stenbolê bi beşdarbûna bi deh hezaran kesî mitînga xwe ya ewil li dar xistin. Di mîtîngê de welatiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang kirin. Welatiyên tev li mitîngê bûn, bertek nîşanî polîtîkaya tecrîdê dan û gotin ku dê li dijî tecrîdê bitêkoşin.    'TECRÎD DÊ BI YEKITIYA GELAN RABE'   Welatiyê bi navê Mûhammed Dûrmaz, anî ziman ku ew ji ber tecrîda li ser Ocalan tevlî mitîngê bûye. Dûrmaz destnîşan kir ku demildest divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û got: "Tecrîda li ser Ocalan li ser gelê kurd jî tê pêkanîn. Ev tecrîd li tevahiya girtîgehan û li ser tevahiya gelên Tirkiyeyê yê pêkanîn. Tecrîd dê bi yekitiya gelan rabe. Gava tecrîd rabe, dê her kes azad bibe û bibe xwedî vîn û dê bi çand û zimanê xwe bijî. Em divê ji bo tecrîdê li qadan bin. Daxwaza min biratiya gelan e. Divê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev re bijîn. Tekane daxwaza me bidawîbûna tecrîda li ser Ocalan e."    'DÊ RÊ NÎŞANÎ ME BIDE'   Hatîce Aydogan jî bibîr xist ku zêdetirî 22 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Aydogan anî ziman ku Abdullah Ocalan rêberê gelê kurd e û got ku ji ber ku xeberê jê nagirin fikarên wan zêde bûne. Aydogan got: "Ger pêwendî bi Ocalan re bê danîn, ew dê rê nîşanî me bide."    Aydogan diyar kir ku ji ber berxwedana Abdullah Ocalan tecrîd tê domandin û got: "Ew serokê tevahiya gelê kurd e û ji bo jinan pir girîng e. Rêya azadiyê da ber me jinan. Jin bi saya wî li ber xwe didin. Ji bo rakirina tecrîdê divê her kes li ber xwe bide. Divê li ber zindanan berxwedan hebe."    'ABDULLAH OCALAN RÊBERÊ GELEKÎ YE'   Gulsum Ozturk jî anî ziman ku ew Abdullah Ocalan wekî rêberekî qebûl dikin û got ku divê karibe hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Ozturk wiha domand: "Heya Ocalan azad nebe, kes ji me azad nabe. Bila malbata wî û parêzerên wî biçin cem wî. Bila girtiyên nexweş bên berdan. Em jin, dixwazin Ocalan di nava me de be."    Mehmet Demîr jî got: "Ev qas kes doza azadiya Ocalan dike. Êdî divê azad be. Ocalan divê li qadan xîtabî gel bike. Ev gel, gelekî jê hez dike."