Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn 2023-01-17 09:07:17   EDENE - Li Mehmet Ozen ku 26 sal in girtiye û di Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F'yê de ye, 6 sal û 3 meh ceza hat birîn. Dadgehê biryara xwe spart îfadeya şahidê veşarî yê winda, şahidê eşkere ku îfadeya xwe guherandiye û nivîsa ku Girtîgeha Amedê şandiye.    Li Mehmet Ozen ê endamê PKK'ê ku di sala 1997'an de li Dersimê di şer de bi birîndarî hatiye girtin û paşê bi îdiaya "xerakirian yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebeda giran lê hatiye birîn, bi hinceta "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza hat birîn.    Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Edeneyê, di danişîna biryardayînê de ku di 1'ê kanûna 2022'yan de hat lidarxistin, li Mehmet Ozen ê di Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F'yê de bi îdiaya ku "di nav Koordînasyona Hundirîn a Girtîgehê de cih digire" bi "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza birî. Dadgehê biryara xwe spart îfadeya şahidê veşarî yê winda û şahidê eşkere, nameyeke îxbarkirinê û nivîseke ku Girtîgeha Amedê şandiye. Parêzeran jî diyar kir ku dosye bi îfadeyên şahidekî veşarî hatiye vekirin û gotin ku tu delîleke berbiçav tune ye ji bo cezakirinê.    Tûrgay Bek, parêzerê Ozen bertek nîşanî biryara dadgehê da. Bek got: "Li holê tenê îfadeyên şahidekî veşarî hene. Şahidê veşarî tevlî danişînê nebû. Ji ber vê me nikaribû pirsan ji şahidê veşarî bike. Dadgeh guhdariya şahidê veşarî nekir. Her wiha tê derpêşkirin ku muwekîl û hevalên wî ji ber hin pirsgirêkên li girtîgehê greva birçîbûnê dan edestpêkirin. Muwekîl ji ber ku astengdar e, tevlî grevê hwd. nebûye. Lê ji ber ku yên di qawîşa wî de xwarin wernegirtine wî jî wekî daxilî nava çalakiyê bûye qebûl kirine û ceza lê birîn. Jixwe ne pêkan e ku li girtîgehê fealiyeteke rêxistinî bê kirin. Ev ji bo dewletê nîşaneya kêmasiyê ye. Li cihekî ku dewlet lê hebe dê çawa fealiyeteke rêxistinî bê kirin."    Bek da zanîn ku dê serî li Dadgeha Îstinafê bidin.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen