Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin! 2023-01-17 09:10:59 ŞIRNEX - Li Şirnexê beriya hilbijartinê hîmê nexweşxaneya ku bi salan e nayê çêkirin, hat avêtin. Rêveberê SES a Şaxa Şirnexê Mûrat Ozbey diyar kir ku desthilat çêkirina nexweşxaneyê veguherandiye rantê.   Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku desthilata AKP'ê beriya her hilbijartinê wê dike rojev, piştî 4 salan temelê wê hat avêtin. Projeya nexweşxaneya dewletê ya 500 nivînî ku di 18'ê Sibata 2019'an de di nava bernameya veberhênanê ya Cizîrê de hatibû diyarkirin û di Rojnameya Fermî de hatibû belavkirin, piştî ku AKP'ê Şaredariya Şirnexê bi dest xist, cihê wê ji gundê Tilêla yê Cizîrê derbasî gundê Avga Masiya ya navendê kir. Tê gotin ku sedema guherandina cihê nexweşxaneyê ku li devera kanên komirê hatiye diyarkirin, “ranta siyasî” ye. Îhaleya projeya nexweşxaneyê ku ewilî ji bo ku li Cizîrê bê çêkirin biryar hatibû dayîn û piştre û biryar hatibû guherandin ku li gundê Avgamasiya yê Şirnexê bê çêkirin, di 10'ê Gulana 2022'an de hat çêkirin û wekî 750 mîlyon TL hatibû diyarkirin. Lê ji ber "ferqa pereyî" ya wê demê îhale hatibû betalkirin. Di 28'ê Tîrmeha 2022'yan de îhaleya Nexweşxaneya Bajêr a Şirnexê ku îhaleya duyemîn ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatibû kirin, bi bihayê milyar û 498 milyon û 028 TL hatibû diyarkirin. Hîmê nexweşxaneyê beriya hilbijartina bê ku tê payin di Hezîrana 2023'yan de çêbibe, hat avêtin.    Nexweşxaneya ku hîmê wê di 4'ê Çileyê de hat avêtin, ji ber cihê ku lê tê çêkirin bû cihê bertekan. Rêveberê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Şaxa Şirnexê Mûrat Ozey, diyar kir ku ji sala 2018'an û vir ve beriya her hilbijartinê nexweşxane wekî amûreke siyasî tê bikaranîn û got ku ev proje, projeya rantê ye.   'DI HER HILBIJARTINÊ DE DIKIN AMÛR'    Ozbey anî ziman ku her ku hilbijartin nêz dibe avakirina nexweşxaneyê jî wekî amûreke siyasetê tê bikaranîn û got: "4 sal beriya niha ji aliyê rayedarên hikûmetê û Serokkomar ve ji bo avakirina nexweşxaneya dewletê ya 500 nivînî soz hat dayin. Lê piştî 4 salan, hê îsal beriya hilbijartinê prosedurên bingehîn hatin çêkirin. Helbet li ser cihê ku nexweşxane lê bê çêkirin nîqaşên cidî hatin kirin. Dû re nîqaş li ser wê yekê hat kirin ku dê kengî bê avakirin û hîmê wê kengî bê avêtin. Nêzî salek berê jî pêvajoya îhaleyê çêbû. Lê hat betalkirin. Der barê betalkirina îhaleyê de agahiyên berfireh nehatin dayîn. Dema em li vê pêvajoya dinêrin, hin gumanên me hene ku di hilbijartinan de veguherî malzemeyeke siyasî. Piştî demeke dûr û dirêj, berî hilbijartinan dîsa hîmê wê hat avêtin. Ew tenê hewl didin ku vê projeyê vehuherînin amûreke siyasî."    'TENDÛRISTÎ KIRIN AMÛRÊ SIYASETÊ'   Ozbey da zanîn ku cihê ku nexweşxane lê tê çêkirin ne guncav e û got: “Der barê cihê ku nexweşxane lê tê çêkirin de fikarên me hene. Ya yekem ew e ku cihê ku nexweşxane lê tê çêkirin ji bajêr dûr e. Her wiha çûyin û hatina wir zehmet e. Dîsa nexweşxane li quntarên Cûdî ye ku qada kanên komirê ye. Me berê jî behs kiribû ku bermayiyên ji kanên komirê bêhemdî tên avêtin li wir hene. Em dibînin ku nexweşxane li ser bermayiyên kanên komirê tê çêkirin. Cihê ku ji nexweşxaneyê re hatiye veqetandin nêzî kanên komirê ye. Em bi zelalî dibînin ku di hilbijartina vî cihî de rantek heye. Çêkirina li vir derî mantiqê ye, ji lew re li vir kanên komirê hene û komir tê derxistin. Heger di çêkirina nexweşxaneyê de dilsoz bin, dikarin cihekî guncavtir hilbijêrin. Di encamê de, em dizanin û dibînin ku di vê projeyê de berjwendiyên wan hene. Ger armanca we ya rastîn peydakirina hewcedariyên tenduristiyê yên gel bin, li şûna çêkirina nexweşxaneyên mezin derfetên tenduristiyê yên heyî baştir bikin. Divê gelê me bizanibe ku xizmeta tenduristiyê bi vî rengî nayê kirin. Tenduristiya civakê pîroz e. Em ne li dijî çêkirina nexweşxaneyê ne. Lê heke armanca wan tendûristiya civakê be, bila şert û mercên heyî werin başkirin û faktorên ku bandoreke neyînî li tenduristiya gelemperî dikin ji holê werin rakirin."   MA / Zeynep Dûrgût