Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin 2023-01-17 10:39:55   MÊRSÎN - Dema leşkeran bi wesayîtê penaber dibirin GGM’ê di rê de qeza kir. Di qezayê de 2 leşker û penaberek mirin.    Li herêma Damlama ya Otorê ya Tarsus-Pozanti ya li navçeya Tarsus a Mêrsînê qeza çêbû. Otobusa bi plakaya 21 BA 884 ku Ugur Kaplan diajot û leşker û penaber tê de bûn ji pişt ve li TIR’a bi plakaya 31 AEK 926 a ku Ramazan Sayil diajot da. Di qezayê de 2 leşker û penaberek mirin, 2 personel winda ne û 33 kes jî birîndar bûn. Di qezayê de otobûs bi temamî şewitî û Serdozgeriya Komarê ya Tarsusê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin. Hat zanîn ku di qezayê de tiştek bi ajokaran nebûye û her du jî hatine binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Tarsusê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got ku dema 27 penaberên ji Fasê dibirin Navenda Paşveşandinê ya Kirklareliyê qeza çêbûye.