Prz. Çakas: Heta ku yekane rayedar ATK be giştînameya Wezaretê nabe çareserî 2023-01-17 11:34:58   AMED - Parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku giştînameya Wezareta Dadê têkildarî girtiyên nexweş weşandiye heta niha nebûye bersiv û diyar kir ku heta yekane rayedar ATK be û “Qanûna Têkoşîna bi Terorê re” û “Qanûna Înfazê” hebe, giştîname nabe çareserî.    Bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag di 3’yê çileyê de “Giştînameya Têkildarî Kêmkirin an jî Rakirina Cezayên Kesan a ji ber Nexweşî, Astengdarî yan jî Kalbûnê” hate weşandin. Giştînameya ji 8 xalan pêk tê, ji tevahiya saziyên Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayan re hate şandin. Lê heta niha di pratîkê de tu bersiva giştînameyê pêk nehatiye.    Rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Navenda Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Prz. Yûsûf Çakas, têkildarî giştînameyê de nirxandin kir.    Çakas, daxuyankirin ku ji ber qanûnên rejîma heyî yên ceza û avaniya fîzîkî ya girtîgehan kes nikare bi tendurist derkeve û wiha got: “Beriya her tiştî li hemberî me saziyeke polîtîk a weke Saziya Tiba Edlî (ATK) ya girêdayî wezaretê heye. Wergirtina rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ya ji vê saziyê hema bêje ne pêkane. Heke bi tesadufî hûn raporê bigirin jî dibe ku bi hinceta ‘ewlehiya civakê’ ya di qanûna înfazê de hûn neyên berdan.    ÇARESERÎ NÎNE   Çakas, destnîşan kir ku giştînameya Wezaretê weşandî, dubarekirina rayeyên niha di destê Serokkomar de ye û wiha berdewam kir: “Rapora ku dê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ dîsa bibe ATK û em dibînin ku ji rexneyên heta niha me ji vê saziyê re kirine nebûne bersiv. Dîsa weke yekane rayedar ATK derdikeve pêşberî me. Ev yek ji rewşa girtiyên nexweş re nabe çareserî.”   POLÎTÎK NÊZÎK DIBIN    Çakas, bal kişand ku piştî weşandina giştînameyê tu girtiyên nexweş nehatine berdan û wiha pê de çû: “Heke Mehmet Emîn Ozkan hêj jî di girtîgehê de be, aşkereye ku ev giştîname nebûye bersiv. Dîsa em daxwazên xwe rêz bikiln. Ev yek meseleyeke tibî û zanîstî ye ji ber wê yekê divê çareseriya vê pirsgirêkê dewrî zanyarên bêalî û serbixwe bê kirin. Heke dê ev giştîname daxwazên me pêk neîne. Hevî dikim ku di zûtirîn demê de înfaza bi sedan girtiyên nexweş bê rawestandin û destûr bê dayîn ku ji bo bên dermankirin bên berdan.”   MÎNAKÊN ŞÊNBER   Çakas, ê mînakên ji pêkanînên berê yên ATK’ê ku kirin yekane rayedar da û bi bîr xist ku ji Halîl Guneş ê di dema dawî de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da re rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' hate dayîn û ev tişt gotin: “Em dibînin ku ATK bi israr rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' dide girtiyên nexweş. Mînakeke din a vê yekê jî Mehmet Emîn Ozkan e. Li holê ye ku Ozkan nikare tena serê xwe li girtîgehê bimîne, êdî malbata xwe jî nasnake û nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bîne. Ji ber vê yekê rapora ku ATK dide nikare kesekê qaneh bike. Ji bo raporeke zanîst bê dayîn divê li ser dosyayan nivîsa kes ji kîjan sûcî girtî ye neyê nivîsîn û şûna endamên ATK’ê saziyên bêalî yên zanîstî vî karî bişopînin. Heke hûn li ser dosyayan ‘terorê’ binivîsin û bişînin, di vê serdema ku polîtîkayên ewlekariyê esas tên girtin de tu ATK rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne nadin kesekî ku ji endamtiya rêxistinê û sûcên rêxistinê tê razan.”   REFLEKSA NETEWPEREST Û EWLEKARIYÊ   Çakas, bi lêv kir ku li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş ên teşhîsa wan nehatine kirin hene û gelek caran ji ber şert û mercan naxwazin biçin nexweşxaneyan jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li holê ye ku girtiyên nexweş di çi şertan de ji vir dişînin Stenbolê ATK’ê û nexweşxaneyan. Li holê ye ku ATK ji vî derdî re nabe çare. Çareseriya vî derdî sererastkirineke ji binî ye. Daxwaza me ya sereke berdana girtiyên nexweşên giran a bê şert û merc û bê bazarî ye. Piştî ku girtiyên nexweşên giran hatin berdan, sererastkirinên qanûnî û rejîma înfazê ya ceza dikarin bên nîqaşkirin. Li pêşberî me qanûnên nebaş ên weke ‘têkoşîna bi terorê re’ û ‘qanûna înfazê’ hene. Ji bilî vê dewleteke ku bi refleksên netewperest û ewlekar tevdigere heye. Dema em van hemûyan bînin cem hev, em girtîgehan çi hêvî dikin? Ji bilî nexweşî û mirinê tiştek nayê hêvîkirin.”   Çakas, diyar kir ku girtîgeh ji ber şert û mercên wan nexweşiyan belav dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Manavgata Antalyayê Girtîgehên Tîpên S û yên Ewlehiya Bilind hatine vekirin. Girtî nikarin derkevin cihê hewadariyê, nikarin sohbetê bikin. Aktîvîteyeke komî nîne. Hemû bi tena serê xwe dimînin. Li Ereglî û Dûmlûyê jî heman rewş heye. Yekane tişta ku ev giştîname dike ew e ku têgihiştineke gel ava dike ku ji bo girtiyên nexweş xebatek tê birêvebirin. Beriya her hilbijartin û pêvajoya siyasî em dibînin ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş mijara muzakereyê ye. Eger hûn mafên jiyanê yên girtiyên nexweş bikin mijara muzakereyê, hûn ê bi rêbazên ku hûn ê bi giştînameyên bi vî rengî yên çêkirî re encamekê negirin re, rû bi rû bimînin.”