Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da 2023-01-17 13:34:48   AMED - Mehmet Akar ê li Birca Keçikê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe şewitandibû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Mehmet Akar (25) ê duh êvarê li Birca Keçikê ya li Sûra Amedê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe şewitandibû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Piştî Akar xwe şewitand gelek tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatibûn kirin. Tîmên tenduristiyê Akar rakiribûn Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Akar ê bi giranî birîndar bûbû li unîteya şewatê ya nexweşxaneyê dihat dermankirin. Hat ragihandin ku Akar tevî hemû mudaxileyên tibî jî canê xwe ji dest da. Cenazeyê Akar rakirin morga Saziya Tiba Edlî (ATK) û hat diyarkirin wê cenazeyê wî li gundê Axmeşatê yê bi ser navçeya Sûrê ve were veşartin.    Hat zanîn ku gundê Axmeşatê ku dê cenaze lê were veşartin ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.    NAMEYA AKAR: ÇALAKIYA MIN LI DIJÎ TECRÎDÊ YE    Derket holê ku Akar li pey xwe nameyek jî hiştiye. Akar di nameya xwe de diyar kiriye ku wî li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vê çalakiyê li dar dixe. Akar nameya xwe bi kurmancî nivîsandiye û wiha dibêje: “Silav hevalno. Ez dixwazim çalakiya heval Bubo silav bikim. Ji Rêber Apo agahî nayê girtinê. Ne destûra malbata wî ne jî destûra parêzerên wî tê dayîn ku hevdîtinê bikin. Bêyî ku tu hêcetan nîşanî serlêdanan bikin, hevdîtin tê redkirin. Êdî em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikar in.   Ez jî li dijî vê yekê saet di 21.21'an de li Birca Keçikan a Amedê bedena xwe didim ber agir. Ronahiya agirê ku digire bedena min bila Îmraliyê ronî bike. Ez hêvî dikim ku wê ev çalakiya min bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Bijî Serok Apo Bijî Serok Apo Bijî Serok Apo”   BUBO TAŞ    Bubo Taş jî di 12’ê çile de li Sîteya Pîşesaziyê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê xwe şewitandibû û jiyana xwe ji dest dabû. Taş beriya çaçakiyê vîdoeyek kişandibû û di dîmen de diyar kiribû ew li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bedena xwe dide ber agir.   ÎDIAYA REVANDINA AKAR    Hacîrê Akar bi îdiaya ku HDP’ê lawê wê Mehemt Kaçar revandiye çiyê, di 22’ê tebaxa 2019’an de li ber avahiya HDP’ê ya Amedê rûniştibû. Piştre Mehmet Akar ku xwe li bajêr veşartibû, hat ba diya xwe. Mehmet Akar 8 rojan li Midûriyeta Polîsan a Amedê hatibû sekinandin û bi hefsa malê ya kelemçekirina elektronîk hatibû berdan. Piştre derketibû holê ku Hacîre Akar li ser arastekirina Wezareta Karên Navxweyî çûye li ber HDP’ê rûniştiye. Piştî ku Akar çûbû malê di 19’ê cotmeha 2019’an de hatibû zewicandin.    Akar beriya xwe veşêre jî ragihandibû ku malbata wî dixwaze bi darê zorê wî bizewicîne û wî jî li dijî vê yekê xwe veşartibû.