Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin 2023-01-17 13:35:18   ENQERE - Malbat dê li dijî biryara “tu qisûra xizmetê nîne” ya Şûraya Dewletê ya li ser Komkujiya 10’ê Cotmehê ya derbarê Wezareta Karên Hundir de wê serî li AYM’ê bidin.    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeya Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der), Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Kordînasyona Parêzeran a Doza Komkujiya 10’ê Cotmehê, têkildarî biryara “tu qisûra xizmetê nîne” ya Lijneya Daîreya Doza Îdarî ya Şûraya Dewletê, derbarê Wezareta Karên Hundir û Miduriyeta Giştî ya Emniyetê da de, li Navenda Giştî ya KESK’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Di ser Komkujiya 10’ê Cotmehê ku li ber Gara Enqereyê 104 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn re 7 sal derbas bûn” hate vekirin. Di civînê de Sekreterê Giştî yê KESK’ê Şenol Koksal axivî.    ‘GOTIN QUSIRA XIZMETÊ YA ÎDARÎ NÎNE’   Koksal, bi lêv kir ku teblîxa Lijneya Giştî ya Dozên Îdare yên Şûraya Dewletê qebûl nakin û destnîşan kir ku biryara Lijneya Giştî ya Dozên Îdare yên Şûraya Dewletê nîşaneya şênber a daraza siyasî ye. Koksal, diyar kir ku tu biryarên ji bo nixumandina rastiyê, bi rêya darazê hatiye îmzekirin, li cem malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê pûç û vala ne. Koksal, bi lêv kir ku ji bo berpirsyartiya dewletê derkeve holê wê têkoşîna edaletê bidomînin.    ‘EM Ê SERÎ LI AYM’Ê BIDIN’   Seroka 10 Ekîm-Der’ê Mehtap Sakinci ya pişt re axivî jî diyar kir ku malbatan her tim bêedaletî teşhir kir û wiha got: “Îro me vegot ku dozên li daraza îdarî çiqas encamên dilê mirov dişewitînin afirandine. Pêvajoyên dozan gelek dirêj bûn. Me ji qanûna mexdûrên terorê sûd wernegirt. Li gorî qanûnan em neçar man di nava 60 rojan de serlêdanê bikin. Hemû daxwazên me tune tên hesibandin. Biryar hat dayîn ku kêmasiyeke xizmetê ya saziyên cemaweriyê nîne. Ji destpêkê ve hewldaneke ku van saziyan derxin paqijiyê heye. Em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”