McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya 2023-01-17 16:27:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Emerîka yê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk hate Herêma Kurdistanê bi rayedarên YNK'ê û PDK'ê re civiya.    Nûnerê Emerîka yê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk duh serdana Iraqê kir. Duh bi şev McGurk bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re civiya. Li gorî Rojnewsê McGurk danê siharê li Hewlêrê ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin. Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk civiyan û di civînê de behsa pêşketinên dawî yên siyasî ên li Iraqê, peywendiyên Emerîka yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr- Bexdayê hate kirin. Li gorî agahiyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan her du alî axivîne, her wiha rewşa Herêma Kurdistanê û yekkirina hêzên pêşmerge jî hatiye guftugokirin.   Piştî wê Brett McGurk serdana serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir, li gorî agahiyan di civînê de behsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê, yekkirina hêzên pêşmerge, peywendiyên navbera herêm û Bexdayê hate kirin.   Li gorî agahiyan di van kêliyan de Brett McGurk li baregeha Mekteb Siyasî ya YNK’ê a li Hewlêrê bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî re di civînê deye. Li gorî medya YNK’ê di civînê de mijarên weke reform, hinartina dolaran a ji bo Îranê, pêwendiyên Herêm û Bexdayê wê werin guftugokirin.   Mesut ve Neçirvan Barzani ile yapılan görüşmelerin ardından Brett McGurk, şu sıralar YNK’nin Hewlêr’deki Politbüro’sunda YNK lideri Bafil Talabani ile bir araya geldi. YNK medyasına göre ikili görüşmede reform, İran’a dolar gönderilmesi ve Bölge ile Bağdat arasındaki ilişki gündeme geldi.