Doza malbata Şenyaşarê: Ên ev îdianame amade kirine şirîkên vî sûcî ne 2023-01-17 20:06:13   RIHA-  Parêzerên ku di doza "komkujiya li nexweşxaneyê" de axivîn, destnîşan kirin ku ger tenê hin qeydên bersûcan esas bên girtin, dê bê dîtin ku bi awayekî organîzekirî hereket kirine û gotin: "Ên ev îdianame amade kirine, şirîkên vî sûcî ne."    Li Pirsûsa Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de parastvan û xizmên Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, ji malbata Şenyaşarê 3 kes qetil kiribûn. Danişîna ewil a der barê êrişên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de, piştî 4 sal û 4 mehan li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Meletiyê hat lidarxistin. Piştî beyanên muştekiyan parêzer axivîn.   'ÊN ÎDIANAME AMADE KIRINE ŞIRÎKÊN VÎ SÛCÎ NE'   Ji parêzerên malbata Şenşayaşê Bulent Dûran got: "Li vir şermeke hiqûqê ya pir mezin heye. Ji roja komkujiyê heya niha meqamên hiqûqê di polê de mane. Serdozger delîlan reş dike."    Dûran bilêv kir ku tu lêpirsîn li gor hiqûqê nehatiye kirin û got ku ev îdianame bi fikira "divê delîl çawa bên reşkirin" hatiye nivîsandin. Dûran, ji dozger re got ku mecbûr e li ser navê raya giştî kiryaran bibîne. Dûran destnîşan kir ku ên ev îdianame amade kirine şirîkên vî sûcî ne û got: "Tişta sereke ya ku îdianame diviyabû xwe bisipêrê ne 'kuştina mirov' bûna, 'komkujiyeke hovane' bûna. Kesên alîkariya wan kirine divê hemû nên girtin. Divê hemû şahid bên vira."    Parêzerên din ên malbatê jî bilêv kirin ku ger tenê hin qeydên bersûcan esas bên girtin, dê bê dîtin ku bi awayekî organîzekirî hereket kirine û xwestin ku bersûcên bi awayekî negirtî tên darizandin bên girtin.    Piştî axaftina parêzeran heyeta dadgehê navber da danişînê. Piştî navberê heyetê biryara xwe eşkere kir. Heyeta dadgehê biryara domandina girtina kesên girtî da û ji bo temamkirina xalên kêm ên dosyeyê danişînê taloqî 15 Adarê kir.