Ji ber silavdayîna bi kurdî cezayê disiplînê lê hat birîn 2023-01-18 09:01:18   AMED - Hevşaredarê Hîzanê yê berê Îhsan Ûgûr ku girtî ye ji ber kurdî silav daye hevalek xwe tedawiya wî nehatiye kirin û wî ji nexweşxaneyê vedigerînin girtîgehê. Derbarê wî de lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin û mehek cezayê sihbet û sporê lê hatiye birîn.    Li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê her ku diçe zext û binpêkirina mafan li ser girtiyan zêdetir dibe. Hevşaredarê Hîzanê Îhsan Ûgûr yê di heyama DBP’ê de niha girtî ye û li Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind tê ragirtin. Di meha mijdara 2022’yan de nexweş dikeve û wî leşker wî dibin nexweşxaneyê. Ûgûr li korîdora nexweşxaneyê hevalek xwe dibîne û bi kurdî silav didê. Leşker mafê tedawiya wî asteng dikin û bêyî were tedawîkirin paşve dibin girtîgehê.    Malbata Ûgûr duh hevdîtina rûbirû pêk anî. Ûgûr bi rêya malbata xwe tiştên hatine serê wî ragihand û wiha gotiye, “Beriya 2 mehan ji ber nexweşiyê min birin nexweşxaneyê. Lê ji ber ku min bi kurdî silav da hevaleke xwe. Derheqê min de lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin. Ewilî ev lêpirsîn ji bo hevdîtina vekirî bû û paşê veguherandin astengkirina aktîvîteyên spor, sohbet, kursê. Min serî li her cihî da lê tu encam jê derneket û mehek cezayê xebatên civakî  li min birîn.”    Ûgûr di 14’ê kanûna 2016’an de tê binçavkirin û piştre jî tê girtin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” 12 sal û 4 meh ceza li Ûgûr birî.    Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali rewşa Ûgûr bir rojeva Meclisê û xwest Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê li ser binpêkirina mafê Ûgûr raweste.