Estukyan: Hrant ji ber ku nebû ermenê pergalê hat qetilkirin 2023-01-18 10:08:35   STENBOL - Pakrat Estukyan diyar kir ku Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ku hevalê wî nêz e li dijî “înkarê” têdikoşiya û got: “Ji ber ku Hrant nebû ermene ku pergalê dixwest, hat qetilkirin.”    Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink di 19’ê Çileya 2007’an de li ber avahiya rojnameyê ya li ser Cadeya Halaskar Gazî ya Şîşliya Stenbolê ji aliyê tetikkêş Ogun Samast ve hat qetilkirin. Di ser qetilkirina Dink re 16 sal derbas bûn. Dink beriya bê qetilkirin jî gelek caran bûbû hedef û ji ber nivîs û nêrînên xwe hatibû darizandin. Gelek caran nijadperestên tirk gefa kuştinê li Dink dixwarin û van hedef nîşandan û gefan rê li ber qetilkirina wî vekir.      GULEN Û BERSÛCÊN FIRARΠ   Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan ku niha Serokkomar e soz dabû ku ew ê nehêlin kujer winda bibin û soza dîtina kujeran dabû. Tevî vê sozdayînê jî di danişîna 131’emîn a dozê de biryar hat dayîn. Piştî 14 salan darizandinê dewam kir, di 26’ê adara 2021’an de biryar hat dayîn û di doza 72 bersûc dihatin darizandin jê 37 wezîfedarên cemaweriyê hatin beraetkirin, li 4 bersûcan cezayê muebedê û li 2 bersûcan cezayê muebedê yê girankirî û li 26 bersûcan cezayên di demên cuda de ceza hat dayîn. Fethullah Gulen jî di nav de dosyeya 13 bersûcên firarî ji dosyeyê hat veqetandin. Parêzerên Dink û malbata wî xwestin di her warî de cînayet were eşkerekirin û îtîrazî biryarê kirin.    Pakrat Estukyan   Edîtorê Rojnameya Agosê Pakrat Estukyan hevalê nêz ê Dink e û qala qetilkirina hevalê xwe kir.    Estukyan bi bîr xist ku wî di sala 1974’an de Dink nas kiriye û ji ber ew xwedî heman fikre bûne her tim li heman mecrayan hev dîtine. Estukyan bal kişand ser armanca damezrandina Rojnameya Agosê û got Dink di pêvajoya damezrandina rojnameyê de bi gelek ermenan re danûstandinê kiriye. Estukyan da zanîn ku Dink kesayetek civakî bû û di nava civakê de dihat hezkirin.    LI DIJÎ ‘ÎNKARÊ’ TÊDIKOŞIYA    Estukyan destnîşan kir ku yek ji qada têkoşîna Dink a herî girîng li dijî “înkarê” bû û got: “Li Tirkiyeyê her tim dîrok berovajî hat gotin. Hrant dixwest wê rastiyê derxe holê. Yanî ermen yek xelkê bingehîn ên Tirkiyeyê ne û di qirkirina sala 1915’an de li ser vê axê hatin tunekirin. Hrant dixwest bi çîroka xwe ya malbata xwe viya vebêje. Hrant bi xwe ermenê Meletiyê bû û her tim viya bi dengekî bilind digot. Viya kir ku Hrant bê nasîn û rastiya nasnameya wî were nasîn.”    ‘HRANT NEBÛ ERMENÊ PERGALÊ’    Estukyan anî ziman ku ji ber ku Hrant nebu ermene ku pergalê dixwest hedef hat nîşandan û wiha got: “Pergal dixwaze ermenê ku dengê xwe dernexe bike ermenê xwe. Ji ber ku Hrant dengê xwe derdixist û li ber vê radibû hedef hat nîşandan û hat qetilkirin. Gelek caran hedef hat nîşandan û derbarên wî de doz hatin vekirin. Hedef nîşandanê û dozan rê li ber qetilkirina wî vekir.”    NEXWESTIYE BIÇE DERVEYÎ WELAT    Estukyan diyar kir ku li gel hemû gef û hedef nîşandanan jî Hrant Dink nexwestiye derkevî welat û tevî hemû şertên zor jî derneket derveyî welat. Estukyan got Dink tevî hemû metirsiyan jî paşve gav nevêt. Estukyan da zanîn ku kuştina Dink hem ji bo wan hem jî ji bo civakê rê li ber hêrsbûnê vekir û kujeran xwest rêya ronakbîriya Dink veguherînin tarîtiyê. Estukyan anî ziman ku piştî qetilkirina Dink wî li Agosê dest bi xebatê kiriye û ji wê rojê ve Agos bênavber dîsa weşana xwe domandiye û lê kujer û hêzên tarî yên li pişt qetilkirinê nehatin eşkerekirin.    Estukyan da zanîn ku wê Platforma Hevalên Hrant Dink wek her salê li cihê ku Dink lê hatiye qetilkirin bernameya bîranînê ya girseyî li dar bixin û banga beşdariya bîranînê kir.    MA / Rûkiye Adaguzel