Cenazeyê dayika Mîr Perwer li kêleka wî hat veşartin 2023-01-18 10:23:14   MÛŞ - Fîlîz Aydin a dayika hunermend Mîr Perwer ê li Parîsê hatibû qetilkirin, li Goristana Ewranê li kêleka lawê wê Mîr hat veşartin.    Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’yê Kanûna 2022’yan de di êrişa çekdarî ku pêk hat de Endama Konseya Rêvebera  KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê TEV-ÇAND’ê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatibûn qetilkirin.    Dayika hunermend Mîr Perwer, Fîlîz Aydin duh li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin çû ser dilovaniya xwe. Fîlîz Aydin demek bû ji ber enfeksiyonê li Xarpêtê dihat tedawîkirin û duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aydin duh bi şev li Goristana Bajarokê Ewranê ya bi ser Mûşê ve li kêleka gora lawê wê Mîr Perwer hat veşartin.