Kekê Kemal Kûrkût: Necezakirin rê li ber cînayetên nû vedike 2023-01-18 11:09:20 MELETÎ - Kekê Kemal Kûrkût, Ercan Kûrkût, diyar kir ku necezakirin rê li ber cînayetên nû vedike û anî ziman ku di biryara doza duh de ev peyam hate dayîn: “Hûn çawa bixwazin dikarin bikujin. Bes bila kesê hun dikujin kurd be.”   Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut di pîrozbahiyên Newroza Amedê ya sala 2017’an de hatibû qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Kurkut derheqê polîsê bi navê Yakup Şenocak de bi sedema “Kuştina qesdî” doz hatibû vekirin. Lê belê ji bo Şenocak biryara beraetê hatibû dayîn. Piştî ku biryar ji hêla Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê ve hat betalkirin, dîsa biryara darizandinê hatibû dayîn.    Dadgeha Îstînafê ji bo bûyerê, nirxandina “Di kuştina Kurkut de şert û mercên bikaranîna çekê çêbûne” kiribû. Bi vê yekê re biryara beraetê ya ji bo Şenocak betal kir û biryara “Cihê cezakirinê nîne” da. Piştî vê biryara Dadgeha Îstînafê, Şenocak duh dîsa li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate darizandin û derbarê wî de biryara “Cihê cezakirinê nîne” hate dayîn.   KÛRKÛT: PÊVAJO VEGUHERÎ ÎŞKENCEYÊ   Kekê Kûrkût, Ercan Kûrkût ê têkildarî birarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, diyar kir ku ji ber refleksa ku ji kêliyên destpêkê yên bûyerê ve tê nîşandan, wan pêşdîtina biryareke bi vî rengî dikirin. Kûrkût, bi bîr xist ku Walîtiyê piştî bernameyê daxuyanî da ku “Bombeyekî zindî ku dixwest bikeve qadê hatiye bêbandorkirin” lê piştî wêneyên rojnamevan Abdurrahman Gok kişandin derket holê ku birayê wî hatiye înfazkirin.    Kûrkût, diyar kir ku pêvajoya darizandinê ya bi salan e berdewam dike “Westîner û xemgîn e” û dem bi dem ev pêvajo ji bo wan veguheriye “îşkenceyê” û herî zêde dayika wî jê bandor dibe. Kûrkût, anî ziman ku dayika wî neçar ma di her danişînê de li rûyê kurê xwe binêre.”   Kûrkût, bertek nîşanî polîtîkayên necakirinê dan û wiha got: “Di vê dozê de kujer beraet kir, rojnamevanê ku bûyer derxist holê ceza girt.”   ‘TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME’   Kûrkût, ê got ku “bi hêrs û bi fikar in” diyar kir ku necezakirin rê li ber cînayetên nû vedike û wiha got: “Dibe sedemê Kemalên nû. Dewletê bi rastî bi vê biryara beraetê ji me re ev peyam da: ‘Li ber kamerayan li pêş kamerayan hûn çawa dixwazin dikarin bikujin. Bes bila kesê hun dikujin kurd be. Hûn ê bi tu awayî ceza negirin. Em heta dawiyê li pişt we ne’. Elbet tevî hemû neyînî û bêedaletiyan em ê şopdarên pêvajoyê bin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”   MA / Mujdat Can