KCK’ê ji bo Mehmet Akar daxuyanî da 2023-01-18 12:31:13   NAVENDA NÛÇEYAN - KCK’ê têkildarî Mehmet Akar ku ji bo protestokirina tecrîda li Îmraliyê xwe şewitandibû daxuyanî da û xwest ku çalakiyên xweşewitandinê bi dawî bibin.    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Têkildarî Mehmet Akar ku di şeva 16’ê çileyê de li Sûr a Amedê bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe şewitandibû, daxuyanî da. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), KCK’ê da zanîn ku xizmên Akar ên ku bi îdiaya “Zarokê me hatiye revandin” li pêşiya avahiya HDP’ê hatine rûniştandin tên îstîsmarkirin û ev tişt got: “Divê ev malbat bizanin ku bi van hewldanên xwe ne ji bo xwe û ne jî ji bo zarokên xwe tiştekî baş nakin. Berpirsyarê neçareserkirina pirsgirêka kurd û êşên ku gelê kurd dikişîne Îktîdara AKP-MHP’ê ye.”   KCK’ê ji bo çalakiya Akar got ku “Tê wateya mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê” û da zanîn ku çalakiyên xweşewitandinê nayên pejirandin. KCK’ê, diyar kir ku çalakiya Akar “Mînaka wêrekî, fedekarî û dilxwaziyê ye” û ev bang kir: “Çalakiyên xweşewitandinê divê teqez neyên kirin.”