Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.9’an erdhej çêbû 2023-01-18 13:46:04   WAN - Li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.9’an erdhej çêbû.   Li gorî daneyên Rasatxaneya Kandîllî ya Bogazîçiyê; li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.9’an erdhej çêbû. Hat ragihandin ku erdhej 5 kîlomîtroyan di binê erdê de çêbûye. Ji ber erdhejê, bajarên Wan, Colemêrg û Îdir jî hejiyan.