Ciwanan li Êlihê tecrîd protesto kirin 2023-01-18 13:50:19   ÊLIH - Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Êlihê ser dîwaran nivîs nivîsandin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi mebesta protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran de tê ragirtin û zêdetirî 21 meh in tu agahî jê nayên girtin, li cade û kolanên Êlihê li ser dîwaran nivîs nivîsandin.    Li kolanan nivîsên weke “Tecrîdê bi dawî bikin, azadî bo birêz Ocalan” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin nivîsandin. Di heman demê de ji bo Bubo Taş û Mehmet Akar ku li dijî tecrîdê xwe şewitandibûn jî nivîsa “Ji Mazluman heta Veysî û Mehmet’an, têkoşîn mezin dibe” hat nivîsandin.