Ferît Şenyaşar: Heta ku daxwaza me were qebûlkirin em li ber edliyeyê ne 2023-01-18 14:02:04   RIHA - Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, diyar kir ku di danişîna duh de qebûlkirina daxwaza guhdarkirina şahidan erênî ye û destnîşan kir ku heta ku birayê wî yê girtî neyê berdan wê li ber edliyeyê bin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 681’an de berdewam dike. Malbata ku ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê, nobeta xwe berdewam kir.    Ferît Şenyaşar têkildarî danişîna ewil a doza “Komkujiya Nexweşxaneyê” ku 2 jê girtî 19 kes jê tên darizandin û duh li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hate dîtin ji ajansa me re axivî.    ÎDÎANAME FAÎLAN DERDIXE PAQIJIYÊ   Şenyaşar, bi bîr xist ku yek ji daxwaza wan destpêkirina darizandina têkildarî komkujiya li nexweşxaneyê û berdana birayê wî yê girtî Fadil Şenyaşar e û anî ziman ku danişîna ewil a dozê duh hate dîtin. Şenyaşar, têkildarî danişînê ev tişt gotin: “Îdianame li Rihayê hate amadekirin û îdianame li ser derxistina paqijiyê ya faîlan e. Li gorî îfadeyên şahidan jî li wir sûcekî mirovahiyê hatiye kirin lê navê kesê derbas nabe.”   Şenyaşar, da zanîn ku Yekitiya Baroyan a Tirkan (TBB), rêxistinên hiqûqê û serokên baroyên herêmê bi rêveberiyên xwe re tev li danişîna duh bûn û bi bîr xist ku nûnerên partiyên siyasî jî weke çavdêr beşdar bûn. Şenyaşar anî ziman ku pêşketina herî mezin a di dozê de ew bû ku Wezareta Tenduristiyê jî piştî 4 sal û nîvan bû aliyekî doza ku hatiye vekirin û wiha got: “Di danişînê de wezîfedarên Wezareta Tenduristiyê li cem me rûniştin. Têkildarî tahribata li nexweşxaneyê hate kirin û şikandina camên ambûlansê ya bi kevirê parkeye, gilî kirin. Wezareta Tendirustiyê cara yekemîne bûye aliyekî vê dozê ku ji bo me pêşketineke bi hêvî ye.”   XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ Û BIJÎŞK DÊ BÊN GUHDARKIRIN   Şenyaşar, anî ziman ku şandeya ku darizandinê dike biçek be jî baweriya wî ya biedaletê zêde kiriye û ev tişt gotin: “Daxwaza me ya têkildarî komkujiya nexweşxaneyê de ku hemû xebatkarên tenduristiyê û bijîşk bên guhdarkirin hate qebûlkirin. Tevî vê şandeyê bi me da hîskirin ku bi awayekî hiqûqî dixwaze tiştekî bike. Vê jî baweriya me ya bi edaletê zêde kir. Elbet ji ber naveroka îdianameyê vala bû têkildarî vê ji Wezareta Tenduristiyê, miduriyeta polîsan û serbijîşkê nexweşxaneyê re nivîs nivîsandin. Têkildarî qeydên kamerayên ewlehiyê yên li nexweşxaneyê ji miduriyeta polîsan rapor xwest. Em bawer dikin ku wê qeydên kamerayan rojekê derkevin holê. Ev qeyd nehatine dizîn ji ber ku dema komkujiyê bi sedan polîs li nexweşxaneyê bûn.”   ‘EM DEST JI EDALETÊ BERNADIN’   Şenyaşar, anî ziman ku bi hêvî ne û wiha berdewam kir: “Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin. Heta ku daxwaza me ya duyemîn jî were qebûlkirin em ê li ber edliyeyê bin. Heke birayê me yê girtî jî were berdan em ê dest ji nobeta xwe berdin û bi parêzerên xwe re pêvajoya hiqûqî bişopînin.”