ESP’ê û SGDF’ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhest Stenbolê 2023-01-18 15:14:55   STENBOL - Endamên ESP’ê û SGDF’ê yên ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bê bidawîkirin li Stenbolê di çalakiya greva birçîbûnê de ne, banga têkoşîna yekgirtî kirin.    Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin. Endamên ESP’ê û SGDF’ê yên li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hatin gelhev piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan li ber Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê di 16’ê çileyê de dabû destpêkirin, daxuyandin ku wê çalakiya xwe li Stenbolê bidomînin.    Di civîna çapemeniyê ku li avahiya komeleyê bi dirûşmeya “Em piştevaniyê zêde bikin û tecrîdê bişikînin” hate lidarxistin de ji bilî endamên ESP’ê û SGDF’ê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û parêzerê OHD’î Baran Çelîk amade bûn.    BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛN   Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî a ewilî di civînê de axivî, bal kişand ku binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan her ku diçe zêde dibin.    ‘ÇERXA ÎŞKENCEYÊ BERDEWAM DIKE’   Piştî Yoleriyê li ser navê Rêxistina ESP’a Stenbolê metnê çapemeniyê yê têkildarî mijarê Zuleyha Muldur a axivî jî diyar kir ku înfaza girtiyên li girtîgehan tên şewitandin û girtî nayên berdan û girtiyên nexweş yek bi yek jiyana xwe ji dest didin.    BINPÊKIRINA HERÎ GIRAN LI ÎMRALIYÊ YE    Muldur, destnîşan kir ku binpêkirina mafan a herî giran li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin tê sepandin û wiha got: “Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cîhanê re bi temamî hatiye qûtkirin. Ji ber ku ji bo pirsgirêka bekayê ya pergala qesrê ya faşîst were çareserkirin, zêdekirina zext, girtîgehan û zorkirina tecrîdê zêdetir çareya wê nîne.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ    Muldur, da zanîn ku çalakiya greva birçîbûnê ku weke ESP û SGDF dane destpêkirin di serî de ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û qedexeya hevdîtinê, ji bo hemû binpêkirinên mafan ên li dijî hemû girtiyan bên bidawîkirin pêk tînin û li hemû partiyên siyasî û rêxistinên girseyî banga piştevaniyê kir.    Muldur axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em çalakiyên xwe li taxan, li havênên karkeran, kampus, navendên bajaran, li ber ATK’yan belav bikin. Bi meşan, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên birçîbûnê, nivîsên li ser dîwaran û bi pankartan dengê girtiyan bilind bikin û piştevaniya bi girtiyan û malbatên wan re zêde bikin.”