Doza êrişa bi kûçikan: Polîsan mexdûr sûcdar kirin 2023-01-18 15:32:43   AMED - Polîsê bi navê Serdar Gok ku bi kûçikan êrişî Menîce û Şeyhmûs Yilmaz kiribû û bûbû sedema birîndarbûna wan û polîsên şahid, di danişîna dozê de îfadeyên hevnegirtî dan û mexdûr sûcdar kirin.    Di 31’ê gulana 2020’an de polîsan ji bo girtina Muhammed Emîn Cura ku polîsê bi navê Atakan Arslan kuştibû, li navçeya Rezan a Amedê operasyon kir. Di dema operasyonê de polîsan deriyê mala Menîce û Şeyhmûs Yilmaz şikandin û bi kûçikan êrişî hevjînan kir û birîndar kirin. Têkildarî êrişê derheqê polîsê bi navê Serdar Gok de doz hatibû vekirin. Gok, ji ber sedema “Peywira cemaweriyê xerab bi kar anî û bi qesdî birîndar kir” tê darizandin. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hate lidarxistin. Polîsê êrişkar Gok, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.    BI ‘BÊDENGÎ’ KETIN MALA DERIYÊ WÊ HATIYE ŞIKANDIN!    Gok, got ku bi komeke ji 60-70 kesan pêk tê ketine mala Menîce-Şeyhmûs Yilmaz û bi wan re sê kûçik hebûn. Deriyê malê hatibû şikandin lê Gok îdia kir ku bi “bêdengî” ketine malê û ev îdiaye kir: “Em bi bêdengî çûn malê. Ji ber ku me got belkî terorîst li malê be û bila haya wî ji me nebe. Em bi sê kûçikan çûn malê. Di destê min de çek û êlekê min ê pola hebû. Mimkin nîne ku wê navberê ez bikarim kûçikan bigirim.”    BERSÛC MEXDÛR SÛCDAR KIR   Gok ku ji ber birîndarkirina aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Sevîl Çetîn jî tê darizandin diyar kir ku kûçikên behsa xeberê di salekê de ji bo 400-500 bûyeran bi kar anîne û îdiayên xwe wiha domand: “Lê tiştekî wiha rû neda. Piştî ku kûçik ji ewil ketin malê, ez jî ketibûm malê. Ode tarî bû. Kesekî pêhn li kûçik da. Lewma jî kûçik êriş kir. Min tavilê kûçik girt û paşve kişand. Baş tê bîra min, dema em ewilî ketin hundir êrişî jinê kir. Ji odeya din şexsek derket û me jê xwest ku xwe dirêjî erdê bike. Lê guh neda û bi pêhnan êrişî kûçik kir. Lewma jî kûçik êrişî wî kir. Heke ez xelet nebim binê zikê wî gez kir. Min jî tavilê paşve kişand. Min fermana ‘bigire, gez bike’ neda kûçik. Li odeyê zarok jî hebûn. Heke kûçikeke êrişkar bûya dê êrişî zarokan jî bikira. Êrişî kesên êrişkar kir.”    CIHÊ GEZKIRINÊ MA YE   Parêzerê Menîce û Şeyhmûs Yilmaz, Selameddîn Varol jî got ku îfadeyên bersûc heta astekî gotinên muwekîlên wî jî piştrast dike û ev tişt anî ziman: “Bûyer ji ber bertekê neqewimî ye. Jixwe muwekîlên min birîndar bûn. Bi taybet jî piştî muwekîlên min li erdê hatine dirêjkirin, kûçikan ew birîndar kirine.”    Dozger jî xwest ku ji hêzên ewlekariyê were pirsîn bê ka di bûyerên beriya niha de bûyereke wiha qewimiye yan na. Her wiha xwest ku axaftinên li ser bêtêlê yên wê rojê ji dadgehê re bên şandin.    Dadgehê jî bi sedema ku dê tiştekî nû li dosyayê zêde nakin, daxwazên dozger red kir.    ÎFADEYÊN HEVNEGIRTΠ   Polîsên bi navên Mûrat Kara, Huseyîn Duran û Adem Petek ku polîsê bersûc gotibû di dema bûyerê de li cem min bûn, di danişîna îro de weke şahid hatin guhdarîkirin. Polîs Mûrat Kara îdia kir ku piştî Menîce û Şeyhmûs Yilmaz derî venekirîn, wan derî şikandine û îdiayên xwe wiha domand: “Min nedît bê ka kûçikî êrişî Menîce Yilmaz kir an na. Piştre jî Gok kûçik girt. Fermana ‘êriş bike, gez bike’ nehat dayîn. Dema Şeyhmûs Yilmaz ji odeyê derketî, Serdar Gok berê kûçik da odeyê. Piştî ku Yilmaz pêhn danî kûçikî, kûçik jî êriş kir.” Her wiha berevajî gotina Serdar Gok ku digot; “Li cihê bûyerê sê kûçik hebûn”, Kara got ku li cihê bûyerê kûçikek hebû û nedîtiye bê ka li malê zarok hebûn an na.    PERWERDEKAR RED KIR   Polîsê bi navê Huseyîn Duran ku di lêpirsîna îdarî de digotin perwerdekarê kûçikê duyemîn e, îdia kir ku li cihê bûyerê tenê kûçikek hebû, bi wî re tu kûçik nebûn û ew bi xwe jî neketiye nava malê.    'DEMA KÛÇIK TEVGER DÎTÎ ÊRIŞ KIR’   Ji polîsên şahid Adem Petek jî di îfadeya xwe de ev îdiaye kirin: “Me ji bo vekirina deriyê malê bang kir. Lê derî nehat vekirin û me jî şikand. Bi şikandina derî re me kûçik berda nava malê. Piştî ketina kûçik 8-10 saniyeyan Serdar kete hundir. Di vê navberê de jinekê ji kûçik re got ‘hoşt.’ Dema kûçik tevgerên êrişkar dîtî jî êriş kir. Jixwe Serdar jî tavilê kûçik girt. Ez ketim holê. Ji odeya girtî zilamek derket. Vî şexsî li dijî kûçik çendek hereket kirin. Li ser vê yekê kûçikî jî êriş kir. Min nedît ku zilam gez kiribe lê êriş kiribû.”   Dozger ji bo amadekirina mutalaaya xwe heta rûniştineke din wext xwest. Dadgehê jî daxwaza dozger qebûl kir û danişîn taloqî 6’ê adarê kir.