Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn 2023-01-18 16:12:29   WAN - Di encama erdheja li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 120 kes birîndar bûn.    L bajarê Xoy ê rojhilatê Kurdistanê ku li ser sînorê Wanê ye, bi pileya 5.9’an erdhej çêbû. Di encama erdhejê de herî kêm 120 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku li 15 gundan ziyanên madî çêbûn.    Erdhej saet derdora 13.38’an de çêbû. Ji ber erdhejê bajarên Wan, Îdir û Colemêrgê jî hejiyan.