Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin 2023-01-18 17:47:45     ÎZMÎR - Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal, ji bo pergaleke nû îşaret bi girîngiya Tifaqa Ked û Azadiyê kir û got: "Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Karşiyakayê, bi beşdarbûna Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal bi sernavê "Li dijî polîtîkayên şer û tahdeyê aştî û demokrasiyeke birûmet" gotûbêjek li dar xist. Eyup Ozdundarê HDP'î moderatoriya gotûbêjê kir. Gelek kes tevlî gotûbêjê bûn.    Bîrdal ewilî li ser şert û mercên Tirkiyeyê sekinî û got ky divê sedsaliya Tirkiyeyê bê lêpirsînkirin. Bîrdal destnîşan kir ku bêyî ku sedsala borî bê lêpirsînkirin planên sedsala nû tên kirin û got: "Ev sedsalê komarê mişt komkujî ne. Tirkiyeya ku bi vê sedsalê re hevrû nebe, dê di sedsala nû de tu beramberiyeke wê tune be."    Bîrdal destnîşan kir ku neçareserkirina meseleya kurdî ji bo desthilatan hinceta şer e û got: "Di budçeya 2023'yan de 470 milyar TL ji bo şer hatiye veqetandin."    Bîrdal di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku li Tirkiyeyê di şerê li dijî kurdan de desthilat û muxalefet yek deng in û got: "Gava bi bombeyan êrişî Zap û Avaşînê kirin muxalefetê jî piştgirî da wan. Niha jî dixwaze êrişî Rojavayê bike. Mesele gava tê ser kurdan rewşenbîr bêdeng in. Her kes tê asta ku AKP dixwaze."   Bîrdal destnîşan kir ku divê rojeva dijşerî rojeva sereke be û got ku ji bo aştiyê divê mirov bêtirs be. Bîrdal got: "Di vî warî de Tifaqa Ked û Azadiyê pir girîng e. Ger xwe bigihînin hemû derdorên civakê yên îtirazker, ev dê pêşiyê li ber wan veke. HDP, xwedî roleke girîng e. Vê mîsyona dîrokî bi bedêlên giran bi dest xist. HDP, dê serokkomar diyar bike. Gava HDP'ê got 'em ê namzetê xwe diyar bikin' hevsengiya her kesî xera bû. Di vê hilbijartinê de ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin."     Gotûbêj bi pirs-bersivan bi dawî bû.