ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2023-01-19 09:00:01     * Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê, di 5 salan de li Efrînê tu tiştên aîdê kurdan nehiştin. Dawî li perwerdehiya bi kurdî anîn, navê her cihî kirin tirkî, li her derî alaya tirk hat daliqandin, destdirêjî, destavêtin, talan û revandina mirovan her çû zêde bû.    * Hevberdevkê ÎHM’ê ya Baroya Wanê Savaş Avci têkildarî binpêkirinên li girtîgehan wiha got: “Li cihekî ku binpêkirina mafê jiyanê lê diqewime, ji mafê nameyê zêdetir mirov neçare ku ji ewil ser mafê jiyanê biaxive.”   * Welatiyên ku bertek nîşanî doza girtina HDP'ê û blokekirina hesabên wê yên alîkariya xezîneyê dan gotin ku ew çi qas êriş bikin ew ew qas xurttir dibin.    * Îpek Gulşen diyar kir ku Baran Kizil ê ku gotiye, “dewlet li pişt min e” û hewl daye wê tecawiz bike hatiye berdan û got: “Biryara tehliyeyê gotina ‘li pişt min dewlet heye’ piştrast kir. Hê ku ez li jiyanê me dengê min bibihîzin.”    * Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Amedê tên ragirtin diyar kirin ku Lijneya Çavdêrî û Îdarî “poşmantî û serî tewandinê” li wan ferz dike û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.    * Nobeda Malbata Şenyaşar dê di roja 682'yemîn de berdewam bike.    * Nobeda Edaletê ya parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîda Îmraliyê dane destpêkirin dê di roja 21'emîn de li ber Deriyê Meclisê berdewam bike. (11.00)    * Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran dê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)    * Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar dê salvegera 30'emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe were bibîranîn. (12.00)   * Desteya Koordînasyona TMMOB'ê ya Bajarê Amedê dê têkildarî taxa Dozçetlîk ku qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê derxistiye ber firotinê, li Odeya Endezyarên Ceyranê ya Şaxa Amedê daxuyanî bide. (12.30)   * Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink ku di 19'ê Çileya 2007'an de hat qetilkirin dê li ber avahiya rojnameyê û li gelek bajaran were bibîranîn. (15.00-19.00)