Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin 2023-01-19 09:35:46   MÊRDÎN - Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Amedê tên ragirtin diyar kirin ku Lijneya Çavdêrî û Îdarî “poşmantî û serî tewandinê” li wan ferz dike û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.    Ji ber Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê raporên “ne di rewşeke baş de ne” dide girtiyan, gelek ji wan tevî ku înfaza xwe temamkirine jî nayên berdan. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Amedê tên ragirtin, bi nameya ku ji xizmên xwe re şandin nerazîbûn nîşanî rewşê dan. Girtiyan diyar kirin ku piştî ku hikumetê pêvajoya bi navê “çareseriyê” ya di navbera salên 2013 û 2015’an de hate meşandin bi dawî kir, li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûn. Girtiyan, bal kişand ser qanûna ku ji şewitandina înfazan re dikin hincet û wiha gotin: “Bi vê qanûnê ji dozger û miduran re rayeyên bêsînor hatine dayîn, midur û dozger rayeyên xwe li dijî girtiyên kurd û siyasî bikartînin û ji bilî cezayên li wan hatine birîn ceza didin. Girtiyên ku 30 sal cezayê li wan hatiye birîn xelas kirine ji ber cezayekî dîsîplînê yê hêsan ku beriya 20 salan lê hatiye birîn, înfaza wan tê şewitandin û cezayê wan tê dirêjkirin.”   BANG LI RÊXISTINÊN DEMOKRATÎK KIRIN   Girtiyan dan zanîn ku “poşmantî, îtaet û serî tewandin” li wan tê ferzkirin û ev tişt gotin: “Meczubên tecawizî zarokeke 6 salî kirin bi 60 salan cezayê hefsê tên darizandin, bi salan e destên xwe dihejînin û li derve digerin. Kesên welat şelandin bêceza dimînin lê li ser cezayên dîsîplînê yên beriya 10 sal 20 sal berê hatine birîn girtiyên siyasî jinûve tên cezakirin.    Girtiyan, anîn ziman ku di nava 2 salan de li girtîgeha lê tên ragirtin cezayê 8 girtiyan hatiye zêdekirin û ev bang hate kirin: “Ev cezayê bê hiqûq û li dijî wijdanê demekê bi lîstikên hiqûqê yên FETO, 12 Îlon û 28’ê sibatê dihatin lîstin, niha jî bi hevkariya MHP’ê bûye karê daraza AKP’ê. Pêkanînên dijminane li girtiyên azad rewa tê dîtin, bi qanûnên dijminane mûamele tên kirin. Li dijî van pêkanînên nebaş em bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî, derdorên demokrasiyê û gelan dikin. Em bang li we dikin ku li dijî 'qanûna rewşa baş' a di bin navê 'desteyên' li girtîgehê de hatiye avakirin, ku ji bo cezakirin, xapandin û bêrûmetkirina mirovan têdikoşe dengê xwe bilind bikin û li cem girtiyên azadiyê yên serî li ber van bêhiqûqiyan natewînin, bisekinin.”