Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da 2023-01-19 11:18:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî serdana şandeya Amerîkayê daxuyaniyek da. Serokatiyê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê diyar kir ku ji her demê zêdetir pêdivî bi yekrêzî û hevkariya hemû aliyan heye.   Şandeyeke Amerîkayê bi serokatiya Nûnerê Emerîka yê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk, serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li gel berpirsên PDK'ê û YNK’ê hevdîtin kirîbûn. Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî vê hevdîtinê daxuyaniyek nivîskî da.   Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye: “Em girêdanbûna xwe bi pêwendiyeke bihêz û berhemdar a dualî ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de ligel hikûmeta Amerîka li ser bingeha lihevkirina çarçove ya stratejîk dubare dikin. Herêma Kurdistanê rûbirûyê rewşek nediyar û çendîn pirsgirêkan e. Îro ji her demê zêdetir pêdiviya me bi yekrêzî û hevkariya di navbera hemû aliyan de heye, bi taybetî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku bi hev re pêşeroja herêmê di destê wan de ye.”   Serokatiya Herêma Kurdistanê ev bang li hemû hêzên siyasî kir: “Nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi diyalog û ji hev têgihiştinê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ya ku me dike yek ji ya ku me ji hev vediqetîne pir mezintir e. Ji bo vegerandina aramî û yekrêziyê, ji bo parastin û pêşxistina berjewendiyên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, divê em hemû bi berpirsyarî tevbigerin. Herwiha em pêşwaziyê li pêşkeftinên berdewam ên di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dikin. Tevî zehmetiyên berê, lê em geşbîn in ku di çarçoveya destûra Iraqê de, em dikarin pirsgirêkên hilawîstî ligel Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û kabîneya wî çareser bikin.”