Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve! 2023-01-19 12:51:26   ENQERE - Di Doza Vartînîsê de ji bo girtina bersûcê firarî Bulent Karaoglû biryara derxistina bultena sor hatibû dayîn lê belê bi biryara dadgehê nayê kirin.    Di 3’yê Cotmeha sala 1993’yan de li bajarokê Vartînîs ê Têlî ya Mûşê ji heman malbatê 9 kes hatibûn qetilkirin û ev komkujî di dîrokê de weke Komkujiya Vartînîsê cih girt. Piştî ku di Doza Vartînîsê de biryara beraetê hate dayîn, di lêkolîna temyîzê ya Dadgeha Bilind de biryara betalkirinê hatibû dayîn. Bi betalkirina biryara beraetê re doz dîsa hate dîtin. 11’emîn danişîna Doza Vartînîsê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê hate lidarxistin.    TÊKOŞÎNA EDALETÊ YA 30 SALAN   Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî ji ewil Aysel Ogut axivî ku ji malbatê tenê ew sax ma ye. Ogut û xizmên wê da zanîn ku ev 30 sal in ji bo edaletê têdikoşin û êdî dixwazin ku encamekî bi dest bixin. Ogut, got ku ji bo girtina bersûc çi pêwîst bike divê were kirin.    DANIŞÎNA DIN TALOQÎ 2’YÊ ADARÊ HATE KIRIN    Piştî îfadeyên Ogut û parêzerên dozê, dadgehê navbereke kin da û piştre jî biryara xwe eşkere kir. Şandeya dadgehê da zanîn ku di danişîna 9’an de ji bo bersûcê firarî Bulent Karaoglû biryara bultena sor dabûn lê pêvajoya li Daîreya Înterpolê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê bi dawî nebûye. Dadgehê, danişîna dozê taloqî 2’yê adarê kir.