Rojnamevan Karaagar li ser gora xwe hate bibîranîn 2023-01-19 14:28:00   WAN - Belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, di salvegera 30’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.     Belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, di salvegera 30’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Taxa Xaçort a Wanê hate bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ve hate lidarxistin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Mûazzez Orhan, malbata Karaagar û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen ê piştî rêzgirtinê axivî, diyar kir ku 30 sal in kujer nehatine darizandin. Bîlen ê daxwaza xwe ya edaletê dubare kir wiha got: “Orhan beriya 30 salan li kolanê hate qetilkirin. Tevî ku dizanî dê were qetilkirin jî belavkirina rojnameyê domand. Karaagar, ji aliyê kontrayên dewletê perwerdekirî ve hate qetilkirin. Ji wê rojê ve zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad berdewam dikin. Di demê derbasbûyî de tenê rêveberî hate guhertin.”   Xwişka Karaagar, Şengul Karaagar a piştî Bîlen axivî jî wiha got: “Bi kuştinê hûn nikarin me biqedînin. Orhanek dimire, hezar Orhan tên. Em ê li cem Çapemeniya Azad bin û têkoşîna xwe xurttir bikin.”   Parlamentera HDP’a Wanê Mûazzez Orhan jî anî ziman ku bi salan e zextên li ser çapemeniyê berdewam dikin û wiha got: “Hevalê me Orhan belavkarekî rojnameyê bû. Ji aliyê kesên ku hişmendiya tarî û qirêj ve hatin rêxistinkirin hate qetilkirin. Ji wê rojê ve zextên li ser çapemeniyê berdewam dikin. Em di çi şert û mercan de bin bila bibin em ê li rex Çapemeniya Azad bisekinin.”   Piştî axaftina Orhan dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Bîranîn bi danîna qûrnefîlan a li ser gorê bi dawî bû.