Şîna Tûncer bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin 2023-01-19 16:04:03 RIHA - Şîna endamê HPG’ê Emrûllah Tûncer ê di şerekî li Herêma Bestayê derketî de jiyana xwe ji dest dabû, bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin.    Gor û malbata endamê HPG’ê Emrûllah Tuncer (Piling Qoser) ê di 30’ê îlona 2022’yan de di şerekî li qadên Girê Gêsin, Girê Sor, Omyanis û Mêrgûmarê yên Herêmên Besta ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da û duh li gundê Xidir Xelef ê navçeya Serêkaniya Rihayê hate veşartin, bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin.    Endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Ser Axa Qedîm Windakirine re (KATDER), Hevserokên bajer û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di nav de gelek kes, ewilî serdana gora Tûncer a li goristana gund kirin. Girse pişt re derbasî mala malbatê bû û sersaxî ji malbatê re xwest.