Rojnameger Aygul hate berdan 2023-01-20 08:58:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Sînan Aygul ku li ser giliyê Vahît Kîler ê AKP’î hatibû binçavkirin, hate berdan.    Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sînan Aygul, li ser giliyê Parlamenterê AKP’ê yê Bedlîsê Vahît Kîler şevê din hate binçavkirin. Aygul, li ser hesaba xwe ya twîtterê ragihand ku li Tetwanê hatiye binçavkirin, piştre birina navenda Bedlîsê û li wir jî mafê xwe yê bêdengbûnê bi kar aniye.    Bi domdarî Aygul wiha got: “Hemû prosedûrên binçavkirinê bi cih anîn. Lê belê di deriyê nezaretxaneyê de biryar hate guherandin. Ez hatim berdan. Nizanim bê ka çi çêbû.”    Di berdewamê de Aygul ev tişt anî ziman: “Ji ber bazirganiya Kîler a bi Banqeya Halkê re, cihên Kîler ji OSB’ê kirîn û dizîna deriyê cemiyeta me gilî hatiye kirin. Min gotiye deriyê me hatiye dizîn lê Vahît Kîler li xwe girtiye û çûye giliyê min kiriye.”