ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2023-01-20 09:00:00     * Koma Ma, dê li Enqere, Stenbol, Îzmîr û Amedê konseran li dar bixe. Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar bang ji bo beşdariya li konseran bang kir: “Werin mûzîka kurdî ya ku dê we li çar milên Kurdistanê bigerîne guhdarî bikin.”   * Talankirina xwezaya Şirnexê didome. Li herêmê li aliyekî lêgerîna li madenan, birîna daran û qirêjkirina kaniyên avê, lê aliyê din jî bêhestiyariya li dijî herêmê ku ji her aliyî ve tê jehrîkirin didome.    * Parêzer Mehtap Sert ku bal kişand ser tahdeya li jinê tê kirin û helwesta darazê, diyar kir ku divê daraz biryarên li teref jinan zêde bike û bi awayekî eşkere mafê parastina rewa esas bigire û got: "Cezakirin bi tena serê xwe jinan ji tahdeyê naparêze. Tevdîrên di wesfê parastinê de divên."    * Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, diyar kir ku TBB deneke berê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê daye û got: "Em vê pêvajoyê dişopînin."    * Hakan Tahmaz diyar kir ku siberoja Tirkiyeyê girêdayî helwesta bloka desthilat û muxalefetê ya li hemberî HDP'ê ye û got: "Tu aktoreke siyasî ku xwesteka jiyana bi nasnameya xwe ya kurdan qebûl neke, nikare sedsala duyemîn a Tirkiyeyê bi demokrasiyê bitac bike."    * Hevserokên HDP’a Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan destnîşan kirin ku di kongreya xwe de peyama "wê destûr nedin ku zilm û faşîzm bi ser bikeve" dane û gotin ku dê sala 2023’yan ji bo siyaseta demokratîk û aştîxwazan bikin sala serkeftinê.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê dê di roja 683’yan de berdewam bike.    * Doza “JÎTEM’a Enqereyê” ku 19 bersûcên di nav de Wezîrê Karên Hûndir ê Berê Mehmet Agar jî di nav de heye ji ber 19 cînayetên di navbera salên 1993 û 1996’an de pêk hatin tên darizandin, dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (09.30)   *Parlamenterên HDP’ê di roja 22'yemîn a Nobeta Edaletê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin de dê li Meclîsê daxuyaniyê bidin. (11.00) ZINDÎ   * Danişîna doza derbarê Bûrak Ercan de bi sûcên “tacîza zayendî” û “êrişa zayendî ya hesan” a li dijî 48 xwendekaran hatiye vekirin, dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê dîtin. (11.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê wê rapora xwe ya li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê li avahiya komeleyê aşkera bike. (12.00)   * Rêxistina ESP’a Stenbolê wê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîd, îşkence û xespên maf dane destpêkirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê wê bi dawî bike. (15.00)