Serokê Baroya Amedê Eren: Em pêvajoya tecrîdê dişopînin 2023-01-20 09:04:13   AMED - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, diyar kir ku TBB demekê berê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê daye û got: "Em vê pêvajoyê dişopînin."    Zêdetirî 21 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayê girtin. Hem baro hem jî rêxistinên civaka sivîl ji ber vê hin serlêdanan dikin. Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), demek berê têkildarî mijarê serî li hin baroyan dabûn.    'EM PÊVAJOYÊ DIŞOPÎNIN'   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku têkildarî tecrîda li Îmraliyê û serlêdanên hatine kirin axivî, anî ziman ku tecrîd ne derveyî atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê ye û wiha axivî: "Em bûn şahid hin wextan gava dihat xwestin meseleya kurdî bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, bê pêwendiyeke çawa bi Girava Îmraliyê re hat danîn. Bi taybetî jî bi pêvajoya piştî 2015'an re, di warê bikaranîna mafên hiqûqî û qanûnî yên bi vî rengî de, dest ji pêwendiya aktorên polîtîk berde, mafê hevdîtina bi malbatê û parêzeran re jî tê astengkirin."    Eren, bi bîr xist ku Baroya Amedê di warê parastina mafê hevdîtinê yê parêzeran de serî li Wezareta Dadê û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) daye û got: "Me daxwaza xwe ya ji bo destûra parêzeran bê dayîn û mafê qanûnî esas bê girtin ragihandibû her du saziyan. Lê mixabin serlêdan nehatiye bersivandin. Demekê berê cardin kampanyayek hat destpêkirin. Serî li gelek baroyan hat dayîn di warê astengkirina mafê hevdîtinê de. Me bihîst ku Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê piştî serlêdanên baroyên Amed, Wan û Şirnexê serî li wezaretê daye. Em niha vê pêvajoyê dişopînin. Em ê li gorî bersivê di çarçoveyeke hiqûqî de helwesta xwe diyar bikin."    ‘RÊBAZEKE ÎŞKENCEYÊ YE'   Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûranê jî destnîşan kir ku tecrîd di warê ruhî, fizîkî û civakî de rêbazeke îşkenceyê ye. Tûran bi lêv kir ku ev pêkanîn li dijî xwezaya mirov e û got: "Mirov, heyîneke civakî ye. Gava tu mirov bi tena serê xwe di odeyekê de îzole bikî, ev bandorê li tenduristiya wî dike. Her wiha bandorên wê yên fîzîkî û ruhî jî hene."    Tûran bi lêv kir ku pêkanînên antîdemokratîk ku her diçin zêde dibin bandorê li girtîgehan jî dikin û got: "Em di serlêdanên malbatan an jî kesan de dibînin ku ya rast li tevahiya girtîgehan pêkanîna tecrîda di hucreyê de pir tê pêkanîn. Ev rêbazeke îşkenceyê ya li dijî xwezaya mirov e. Îşkence jî qedexeyeke mutleq e. Ev bi peymanên neteweyî û navneteweyî bi awayekî mutleq hatiye qedexekirin. Divê neyê pêkanîn."