Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê 2023-01-20 10:53:02   AMED – Amedsporê vê hefteyê dê li deplasmana Arnavûtkoy Beledisporê bilîze. Ji bo vê maçê cezayê “qedexeya alîgiran” dan Amedsporê.    Sepana “qedexeya alîgiran” a ji bo maçên deplasmanê ya Amedsporê di meriyetê de didome. Lijneya Ewlekariyê ya Werzîşê ya Navçeya Arnavûtkoyê ji bo maça ku dê di navbera Arnavûtkoy Belediyespor-Amedsporê de were lîstin biryara qedexeya alîgiran da. Li gorî biryarê, dê alîgirên tîma li deplasmanê negirin stadê.    AMEDSPORÊ DAXUYANÎ DA   Lijneya Rêveber a Amesporê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku di navbera tîma wan û Arnavûtkoy Belediyesporê de tu pirsgirêk nînin û biryara hatiye dayîn ne li gorî ruhê dostanî, aştî û biratiyê ye. Her wiha bang li alîgirên xwe kir ku di demeke tîma wan ber bi şampiyontiyê ve diçe de li provakasyonan hişyar bin û maçê li malên xwe temaşe bikin.