Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin 2023-01-20 13:17:03   ENQERE - Dadgehê daxwaza anîna bersûcên Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê bo danişînê red kir û ji bo mutalayê dema zêde da dozgerê ku nû hatiye tayînkirin.    Danişîna 5’emîn a Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê ku têkildarî kuştina Midûrê Nifûsê ya Altindaga Enqereyê Abdulmecît Baskin jî di nav de 19 kesên di navbera 1993-1996’an de li Enqereyê û derdora wê hatine kuştin, hatiye vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê Şevîn Kaya, Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Şaxa Enqereyê Mûrat Yilmaz û nûnerên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û gelek parêzer tev li danişînê bûn. Dozgerê ku di 13’ê çile de tayînî dosyeyê hatiye kirin, diyar kir ku ew baş bi dosyeyê nizane û ji bo mutalayê dema zêde xwest.    ‘DIVÊ KU BERSÛC PIRSÊN ME BIBERSIVÎNIN’    Parêzerê muştekî Raîfe Baskin, Yusuf Alataş diyar kir ku pêvajoya darizandinê ber bi safîbûna bersûcan ve diçe û got: “Îtîrafkarek hebû, ji nişke ve sewqî tiba edlî kirin. Çimkî ji bo ku îtîrafên wî neyên tomarkirin. Têkildarî îdiayan pirsek jî ji bersûcan nehat kirin. Darizandin her ku diçe dirêj dibe. Wextê demboriyê nêzîk dibe. Li vir darizandinek rast û adilane nayê kirin.”    Parêzerê malbata Candan a muştekî Levent Kanat jî diyar kir ku bersûcan qet neanîne eywana dadgehê û wiha got: “Divê ku yekser bersûc ji aliyê we ve bên darizandin. Divê ku pirsên me bibersivînin. Her bersûc bi kuştina 19 kesan ve tên tawanbakirin. Hûn di vê dozê de bersûcan nebînin û li wan guhdar nekin, gelo hûnê çawa hikûm bidin?”    HIŞYIARIYA DEMBORIYÊ    Parêzerk din ê malbata Candan, Mûrat Yilmaz jî hişyariya demboriyê ku nêzîk dibe da û tê xwestin bersûc ji sûcên ku kirine werin safîkirin. Yilmaz xwest bersûcan bînin danişînê.    DAXWAZ HATIN REDKIRIN    Heyeta dadgehê xwestina rapora balistik a di dosyeya Kutlu Adali û daxwaza ku bersûcan bînin danişînê red kir û ji bo amadekirina mutalayê dema zêde da dozger û danişînê taloqî 10’ê adarê kir.