Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê 2023-01-20 14:46:13   STENBOL – Dadgeha Destûra Bingehîn têkildarî tundiya polîsan li Dayikên Şemiyê kir biryara binpêkirina maf da û xwest biryara neşopandina lêpirsînê bê rakirin û lêpirsîn ji nû ve bê destpêkirin.    Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza windakirî bên dîtin û kujerên wan bên dîtin û cezakirin, di 22’ê îlona 2018’an de li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê kom bûn û xwest in bimeşin Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin û daxuyanî bidin. Polîsan xwe spartibû biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamiya Beyoglûyê û êrişî Dayikên Şemiyê kiribû. Polîsan di êrişê de li birayê winda Hasan Ocak, Alî Ocak û parêzvana mafê mirovan Sebla Arcan Tatlav dabûn. Arcan rapora derbkirinê ji nexweşxaneyê girtibû û di 26’ê îlona 2018’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû û giliyê polîsan kiribû. Piştî demekê Alî Ocak jî giliyê tundiya polîsan kiribû.    Dozageriyê tevî raporên derbkirinê jî serlêdana her du Mirovên Şemiyê jî di 2’ê sibata 2019’an de biryara xwe da û biryara “neşopandinê” derbarê gilîkirinê de dabû. Dozger îdia kiribû ku delîlên îşkenceyê tune ne û beyanên Arcan û Ocak wek “razber” dîtibû. Îtirazî biryarê hatibû kirin û 11’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê di 11’ê nîsana 2019’an de îtîrazê red kiribû.    BIRYARA BINPÊKIRINA MAF   Arcan û Ocak li ser van biryarê redkirinê di 23’yê gulana 2019’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. AYM’ê bi hêceta ku Ocak delîl ango rapor pêşkêş nekiriye red kir. AYM biryara Arcan qebûl kir û diyar kir ku tespîtek û delîlek ku polîs hêzê bikar anîbû nîne û biryar ku mafê kes hatiye binpêkirin da.     AYM’ê derbarê Arcan de biryara “muameleya xerab û binpêkirina qedexeya eziyete” da û xwest 50 hezar lîre tazmînata manevî bo Arcan bê dayîn. AYM’ê her wiha biryar da ku ji bo encamên binpêkirinê ji holê bên rakirin, carek din ji nû ve lêpirsîn were destpêkirin.   MA / Mehmet Aslan