Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan 2023-01-20 21:44:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helebê bi hezaran kes di 5'emîn salvegera êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê de daketin qadan.   Di 5'emîn salvegera êrişên dewleta tirk de yên li ser Efrînê, bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê û koçberên ji Efrînê yên li Helebê meşek li dar xistin.   Meş ji pêşiya hola civînana a 8'ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de pankartên "Veger sonda me ye" û "Ji dagirkerî û guhertina demgorafiyê re na" hatin hildan û bênavber dirûşme hatin berzkirin.    Meş li çerxerêya Zeytûnê ya li taxa Eşrefiyeyê rawestiya û axaftin hatin kirin.   ʹEFRÎN DILÊ KURDISTANÊ YE Û HENASEYA BERXWEDANÊ YEʹ   Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Nêrgiz Bekir axivî, Efrîn bi dilê Kurdistanê û henaseya berxwedanê wesif kir û anî ziman ku armanca dijmin berxwedana gel lawaz bike û wan koçber bike da ku herêmê dagir bike. Nêrgiz Bekirê diyar kir ku gel bi îradeyeke xurt dagirkeriyê red dike û got: "Çeka rizgarkirina Efrînê berdewama xeta berxwedan û têkoşînê ye."   Nêrîz Bekirê di dewama axaftinên xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiya gelên Kurdistanê li hemberî dagirkerî, êrişên qirkirinê û planên komplogeran û got: "Li hemberî êrişên li ser Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat, li hemberî tecrîda li Îmraliyê divê gel yekitiya xwe ava bike. Tu kes nikare şoreşa me têk bibe. Bi îradeya şervanên xwe em ê bi ser bikevin û em ê gelên ku ji felsefeya rêber Ocalan vexwariyê nîşanî cîhanê bidin."   ʹEFRÎN, EM TÊNʹ   Endamê Komîteya Meclisa Rûspiyan Şêx Elî El Hesen bal kişand ser berxwedana şêniyên Efrînê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê û got: "Van rojan salvegera 5ʹemîn a êrişên dagirkirina Efrînê di ser me re derbas dibe. Her ku 18ʹê Çileyê tê bîra me em xemgîn dibin û diêşin. Heman demê ji ber berxwedana 58 rojan a zarokên me, jin û mêrên Efrînê ya li hemberî sêyemîn artêşa NATOʹyê em serbilindahî û serferziyê hîs dikin. Ev dide diyarkirin ku yên ku wan rojan li dijî hemû cure çek, balafirên şer û tankan li ber xwe dan, dikarin Efrînê rizgar bikin. Ji vir ji Şêxmeqûsdê em bi xwediya jor, bi xwîna şehîdan û rûndikin zarokên me sond dixwin ku em ê vegerin Efrînê."