ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2023-01-21 09:00:00     * Ji sê parêzvanên mafên mirovan ên layiqî Xelata Olof Palme hatin dîtin Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, bi lêv kir ku cihê şanaziyê ye ku her sê xelat jî layiqî jinan hatiye dîtin.    * Rêxistina Partiya ÎYÎ'yê li navçeya Silopiyayê di bin navê "alîkariya xurekan" de fotokopiyên nasnameyên bi sedan jinan ji wan wergirtine û bêyî haya wan jê hebe ew kirine endamên partiyê.   * Înfaza Ferît Orak ku gelek nexweşiyên wî hene di 14’ê Kanûna 2022’yan de hatiye şewitandin. Reveberiya girtîgehê di rapora der barê şewitandina înfaza Orak de gotiye: “Li gor daxwaznameyên ku wî nivîsandine em wisa difikirin ku di nav rêxistinê de çalak e.”   * Sekreterê Egîtîm Sen a Şaxa Wanê Lokman Babat diyar kir ku li Wanê di demên dawî de detsdirêjî gelek zarokan hatiye kirin û kiryar bi bêcezatiyê hatine xelatkirin û got: "Ev bêcezatî wan bicesaret dike."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 684’an de berdewam bike.    * Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî ya Şirnexê wê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bîne. (11.00)   * Malbatên Windakiriyan û ÎHD wê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê bidomînin. (12.00) ZINDÎ ///   * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya bi daxwaza aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin û faîl bên darizandin didomînin dê di hefteya 930’emîn de bi online daxuyaniyê bidin. (12.00)   * Rêxistina ESP’a Edeneyê, wê li Şaxa ÎHD’a Edeneyê bi dirûşmeya “Em piştevaniyê mezin bikin, tecrîdê bişikînin” daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Sumerbank a kevin daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê di hefteya 565’emîn a “Rûniştina F” de li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 437’emîn a çalakiyên xwe de li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Akademiya Ma Musîcê wê li Eywana Genco Erkal a Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Enqereyê konser li dar bixe. (19.00)