Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine 2023-01-21 09:01:28 AMED - Înfaza Ferît Orak ku gelek nexweşiyên wî hene di 14’ê kanûna 2022’yan de hatiye şewitandin. Reveberiya girtîgehê di rapora der barê şewitandina înfaza Orak de gotiye: “Li gor daxwaznameyên ku wî nivîsandine em wisa difikirin ku di nav rêxistinê de çalak e.”   Binpêkirina mafên girtiyan her diçe zêde dibe. Girtîgehên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi şewitandina înfaza girtiyan û cezakirina girtiyên nexweş di rojevê de ne. Girtiyê nexweş Ferît Orak ku di Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F'yê de ye, çendî cezayê wî qediyaye jî nayê berdan. Orak, di sala 2009’an de li Mêrsîne hatiye girtin û bi hinceta "endamtiya rêxistin" û "propagandaya rêxistinê" 17 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn. Orak ku cezayê wî di 16’ê kanûna 2022’yan de qediyaye, bi hinceta "ne di rewşeke baş de ye" înfaza wî di 14’ê kanûna 2022’yaan de hatiye şewitandin.    ‘BI HINCETEKE PÊKENOK ÎNFAZA MIN HAT ŞEWITANDIN’   Ferît Orak ku bedana wî ji sedî 42 şewitiye û nexweşînên wekî vertîgo, nexweşiya roviyan, ulsera madeyê, astim, hiperaktif mesane, fitiq û meneskus pê re hene, têkildarî şewitandina înfaza xwe ji Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî û Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a ÎHD'ê Nûray Çevîrmen re nameyek şandiye. Orak di nameyê de wiha dibêje: “Bi awayekî li dijî hiqûqî înfaza min 3 mehan hat dirêjkirin. Divê ez di 16’ê Kanûna 2022’yan de bihatima berdan, lê Lîjneya Rêveberiya Çavderiyê bi hincetên pêkenokî înfaza min 3 mehan dirêj kir. Ez jî li ber vê biryarê rabûm."   ‘KARÊ PERSONELÊ GIRTÎGEHÊ HÊSAN NAKE’   Serokatiya Lijneya Rêveberî û Çavderiyê ya Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F'yê jî di rapora der barê Orak de wiha îdia dike: “Li gor daxwaznameyên ku wî nivîsandine em wisa difikirin ku di nav rêxistinê de çalak e. Bi daxwaza xwe xwestiye di qawîşa endamên PKK’ê de bimîne û di dema lêgerina li qawîşan de karê personelên girtîgehê hêsan nake. Di bikaranîna av û ceyrane de li gor qaîdeyên girtîgehê tevnagere û îsraf dike. Tevlî perwerdehiya girtîgehê nabe.”   DAYIK ORAK: ME AMADEKARIYÊN MEVANÊN WÎ KIRIBÛN   Besra Orak, dayika girtiyê nexweş Ferît Orak jî anî ziman ku 4 sal in lawê xwe nedîtiyê. Orak bi lêv kir ku cezayê lawê wê qediyayê û divê bê berdan û wiha got: “Em demeke dirêj li benda berdanê man. Pişt re em li girtîgehê geryan, girtîgehê ji me re got 3 meh înfaza wî hatiyê dirêjkirin. Em li hêviya hatina wî bûn. Bi salan e em li bendê ne. Çavê me li rêya dûr e. Îjar dema ku cezayê xwe biqedîne û neyê berdan, ew meriv pir diêşîne, pir zor e. Em bi hêvî bûn ku bê berdan. Em li benda wî bûn, me amadekariyên mevanên wî kiribûn. Lê wekî ku tiştekî hêsan be, ji me re gotin 'me înfaza zarokê we 3 mehan dirêj kiriye.'”   Orak da zanîn ku înfaza lawê xalê wê Seyfetîn Bahar jî ku di Girtîgeha Bolûyê ya Tipa F'yê de û 30 sal cezayê wî qediyaye, 2 caran hatiye şewitandin û wiha bertek nîşan da: “Bi hezaran dayikên wekî me hene ku li benda berdana zarokên xwe ne, lê înfaza wan hatiye şewitandin. Di salên 90’î de jî malbatên girtiya hebûn. Lê weke van salan bêhiqûqî tune bû. Van salan bêhiqûqîtî pir zêde bûye. Behiqûqiya li zindanan her tim hebû, lê di roja xwe de girtî dihatin berdan û înfaza wan nedihat şewitandin. Edî tehamûla me ji vê bêhiqûqîtiyê re nemaye."   ‘4 SAL IN MIN LAWÊ XWE NEDÎTIYE’   Orak diyar kir ku ji ber ku zarokê wê di girtîgeheke dûr de ye nikare biçe serdana wî û wiha domand: “4 sal berê min zarokê xwe dît. Salekê ji ber nexweşiya koronayê min zarokê xwe nedît. Piştî koronayê jî ez nexweş ketim. Ev 2 sal in ku nexweş im. Lê heke li Amedê bûna, min dikarî herim serdanê lê ji ber ku di girtîgeheke dûr de ye nikarim biçim serdanê. Bi sirgûnkirina girtiyan malbat jî tên cezakirin. Yanî ji ber ku zarokê min li cihekî dûr e ez nikarim biçim serdanê, bi vê yekê me jî ceza dikin.”   ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMANKIRIN’   Orak destnîşan kir ku tevî gelek nexweşiyên lawê wê hene jî nayê berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çend hefte berê ew sewqî nexweşxaneya Stenbolê kirin. Diviyabû li nexweşxaneyê de bihata dermankirin lê dîsa ew birin girtîgehê. Ew derman nekirin. Gelek nexweşiyên wî hene, lê nizanim nexweşiyên wî niha di çi astê de ne, ji min re tiştekî nabêje. Tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin. 2 sal berê ji bo dermankirinê sewq xwestibû, lê hê nû ew sewq kirine. Lê bêyî wî derman bikin, cardin ew anîne girtîgehê. Êdî rojên dawî yên girtiyên nexweş in. Divê girtiyên nexweş berdin, salek be jî rojek be jî divê li cem malbatên xwe bin. Em malbatên girtiyan dibêjin ku êdî bes e ev bêhiqûqîtî, heta kengî. Daxwaza me ji hemû kesî ew e ku xwedî li girtiyên nexweş derkevin û bibin dengê wan."   CEZAYÊ HUCREYÊ   Orak bal kişand ser zext û tundiyên li girtîgehê û axaftina xwe wiha qedand: “Ew ji min re tiştekî nabêje, lê ev çend sal in ez li ber deriyê zindana me, baş dizanim ku tahde li wan tê kirin. Ez bê hiqûqîtîya li girtîgehan dizanim. Ne hewceyî gotinê ye. Dema di hevdîtinê de tiştekî ku lizora wan biçe biqewime cezayê hucreyê li wan dibirin. Ji ber ku di hevdîtinê de bavê wî gotiye 'ez wêne nakişînim,' zarokê min avetibûn hucreyê. Berî her tiştî divê malbatên girtiyan xwedî li girtiyên xwe derkevin. Divê gel, sazî û partiyên siyasî bibin dengê girtiyan.”   MA / Mahmût Altintaş