‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike' 2023-01-21 09:02:37 WAN - Sekreterê Egîtîm Sen a Şaxa Wanê Lokman Babat diyar kir ku li Wanê di demên dawî de destdirêjî gelek zarokan hatiye kirin û kiryar bi bêcezatiyê hatine xelatkirin û got: "Ev bêcezatî wan bicesaret dike."    Li gorî rapora "Li Tirkiyeyê Zarokbûn" a Parlementerê CHP'ê yê Semsûrê; li Tirkiyeyê hejmara sûcê têkildarî destdirêjiya li zarokan 44 hezar û 880 ye. Li gorî daneyên Wezareta Dadê jî; di sala 2021'ê de di çarçoveya "destdirêjiya li zarokan" de di 29 hezar û 822 dozan de biryar hatiye dayîn. Ji 172 hezar û 297 biryaran jî 59 hezar û 268 jê bi hinceta ku "delîlên kêm in" biryara neşopandinê hatiye dayîn. Her wiha ji sedî 23.4'ê dozên di vî warî de bi beraetê bi dawî bûne.    Polîtîkayên desthilatê rê li ber destdirêjiyên nû vedike. Li Wanê her sal bi dehan zarok rastî detsdirêjiyê tên. Herî dawî li navçeya Bêgiriyê derketibû holê ku mamosteyek jî di nav de 40 kesî dest dirêjî zarokeke 16 salî kiriye. Di vê bûyerê de tenê 4 kes hatin girtin û gumanbarên din hê jî li derve ne.    Sekreterê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şaxa Wanê Lokman Babat destdirêjiya li zarokan nirxand û got ku kiryar cesaretê ji bêcezatiyê digirin.    ‘BI DESTÊ TERÎQETAN TÊ KIRIN'   Babat bi bîr xist ku di demên dawî de hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê li gelek wargehên terîqetan gelek bûyerên destdirêjiyê diqewimin û got: "Terîqetên ku bi awayekî pedagojîk divê ne bi zarokan re bin, hîn bêtir bi wan re ne. Destdirêjiyên ku li van wargehan diqewimin an jî afirandina nifşekî bi destê terîqatan tê kirin. Lê polîtîkayeke parastinê ya dewletê tune ye. Ya ku divê bê kirin zarok bên parastin û ji bo pêşî li van tiştan bê girtin pêkanîna polîtîkayeke perwerdehiyê ye. Lê li Tirkiyeyê tiştekî wiha nayê kirin. Bajar ne bajarên zarokan e. Parkên tên çêkirin jî pêşî ne ji bo ewlehiya zarokan e. Mixabin ne bajar ne jî welat, welatê zarokan e."    ‘BÊCEZATÎ KIRYARAN BICESARET DIKE'   Babat destnîşan kir ku divê dewlet zarokan biparêze û got: "Lê em dibînin ku niyeteke wiha ya dewletê tune ye. Me ev bi fesixkirina Peymana Stenbolê re dît. Zarok bê parastin man. Qanûnên welêt nikarin zarokan biparêzin. Di hin bûyerên destdirêjiyê de tiliya peywirdarên cemaweriyê jî heye. Sedem jî ew tim nêzî zarokan e. Di demên dawî de bûyerên bi vî rengî zêde bûne. Sedem jî qanûneke ku cesareta wan bişikîne tune ye. Ev bêcezatî wan bicesaret dike. Êdî hatiye asteke wisa ku gava em li bûyerên li Wanê mêze dikin, em dibînin ku veguherîne bûyerên sîstematîk. Wekî polîtîkayek be, veguheriye tiştekî sîstematîk."    Babat diyar kir ku desthilat ji bo nifşên li gor xwe biafirînin perwerdehiyê bi kar tînin û got: "Qada ku herî hêsan mudaxileyî wê tê kirin perwerdehî ye. Ji pergala 4+4 bigirin heya bi daxilbûna terîqet û cemaetan. Ev kar hema bibêje hatiye asta haremtiyê. Li Wanê ev pêkanîn li 3 lîseyan hebû, niha bi qasî ku me tespît kiriye li 5 lîseyan heye. Tişta ku em li dijî wê ne; ev li dibistanên têkel nayê kirin. Li dibistanan qat jî ji hev hatine veqetandin. Li dibistanekê odeyên mamosteyên jin û mêran jî hatiye veqetandin. Biryara perwerdehiya têkel heye. Lewma tiştakî wiha nayê qebûlkirin. Ev yek nîşan dide ku ev qelat bi mantiqa terîqetan tên birêvebirin û ger tevd,r neyên girtin dê bibe welatekî tirsnak."    MA / Bêrîvan Kûtlû