‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’ 2023-01-21 10:30:45 AMED - Hevserokên Şaxa Egîtîm Sen a Hejmara 1’an a Amedê Emîne Akşahîn û Zulkuf Guneş ên bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê, anîn ziman ku li dijî dayîna zimanê dayikê ya weke dersên bijarte ne û destnîşan kirin ku divê bi zimanê dayikê perwerdehî bê dayîn.   Tercîhên dersên bijarte yên di sala perwerdeyê ya 2023-2024’an de li dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdehiyê bên dayîn di 2’yê çileyê de dest pê kirin û di 20’ê çileyê de bi dawî bûn. Bi pêvajoya tercîhêr re nîqaşa dayîna zimanê dayikê ya weke dersa bijarte jinûve destpêkir. Bi milyonan zarokên kurd ku zimanê wan ê dayikê zaravayên kurmancî û kirmançkî yên kurdî ne, “bi tirkî dest bi perwerdeya xwe kirin” û neçar man ku zimanê xwe yê dayikê bi hejmareke kêm a dersên bijarte di demeke sînordar de hilbijêrin.  Ev yek bû sedema bertekan. Par ji ber 3 mamosteyên kurdî tenê hatin tayînkirin û ji ber di hilbijartina dersên bijarte yên kurdî de “kêmasiya mamosteyan” hebû pol nehatin vekirin. Perwerdekar jî li dijî dayîna zimanê dayikê ya weke dersên bijarte ne û destnîşan kirin ku divê bi zimanê dayikê perwerdehî bê dayîn.   PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYÎKÊ    Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen’ê yê Hejmara 1’an a Amedê Zulkuf Guneş diyar kir ku bi pêvajoya dersên bijarte re rêveberên dibistanan malbat û xwendekar arasteyî dersên olî kirin û anî ziman ku bikaranîna zimanê dayikê ya di hemû qadên cemaweriyê de diparêzin û ji bo vê têdikoşin. Guneş, bal kişand ku zimanê dayikê yên zarokên li herêma wan bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî ne û wiha got: “Ji xwe xwendekar li vê herêmê bi kurdî diaxivin ji ber vê yekê divê zimanê wan ne weke dersa bijarte divê wkee zimanê fermî û perwerdehiyê bê dîtin. Heke weke derseke bijarte bê hilbijartin, zarokên gelên ku bi vî zimanî nizanin dikarin van dersan hilbijêrin. Divê zarokên kurd ên li vê herêmê idjîn bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bigirin.”   ‘TENÊ 80 MAMOSTE HENE’   Guneş da xuyakirin ku xwendekar ji ber polîtîkayên li hemberî kurdî di hilbijartina dersên bijarte yên kurdî de ji krîmînalîzekirinê ditirsin û anî ziman ku tevî nexwestina rêveberan a vekirina pola kurdî, kêmasiya materyalên ji bo hînbûnê û kêmbûna mamosteyan jî, xwendekaran li gelek dibistanan dersên bijarte yên kurdî hilbijartine, ev ders nehatiye dayîn. Guneş da zanîn ku her çend di ser rêziknameya qanûnî ya li ser dayîna dersên bijarte yên kurdî re 10 sal derbas bûne jî, zêdeyî 2 hezar mamosteyên kurd mezûn bûne, lê belê di vê serdemê de bi tenê 120 mamoste hatine wezîfedarkirin û ji ber ku ev ders nayê dayîn 40 mamosteyên hatine tayînkirin beşên xwe guhertine. Guneş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Îro li seranserê Tirkiyeyê 80 perwerdekar hene ku dê van kursan bidin. Mixabin daxwaz hebe jî karmendên perwerdehiyê tune ne ku vê daxwazê bi cih bînin.”   ‘DESTHILAT DIXWAZE JI BO HILBIJARTINÊ BIKARBÎNE’   Guneş, da zanîn ku hikûmetê beriya niha ji bo xwegihandina hilbijêrên kurd dersa bijarte ya kurdî weke propagandaya hilbijartinê bi kar aniye û di rojên pêş de hilbijartinek heye û wiha domand: “Li pêşiya me hilbijartinek heye û me ev yek di hilbijartinên beriya niha de dît, hikûmet dixwaze weke propagandayeke hilbijartinê bi kar bîne. Ev kursên ku li dibistanan wek kursên bijarte tên dîtin, bi serdema 'pêvajoya çareseriyê' re hevrû ye ku desthilatdariya siyasî ya heyî pêvajoyeke qismî ya demokratîk dimeşîne. Pêdiviya heyî jî bi cih nehatiye. Têra xwe mamoste nehatin tayînkirin û materyal kêm in. Li pêşberî me hilbijartinek heye û hikûmet vê yekê weke propaganda hilbijartinê bi kar tîne. Em ê hem li dijî ferzkirina zimanê dayikê weke mijareke bijarte bisekinin, hem jî li dijî bikaranîna vê yekê weke propaganda hilbijartinê derkevin.”   Guneş bilêv kir ku weke hîndekar ew ê her tim di nava têkoşîna rêxistinên civaka sivîl de bin ku kurdî bikin zimanê perwerdehiyê, zimanê fermî.   Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmara 1’an a Amedê Emîne Akşahîn jî diyar kir ku her sal bi milyonan zarok ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in û da zanîn ku li Tirkiyeyê di salên avabûna Komarê de nêzî 30 ziman dihatin axaftin.    MAFÊN WEKHEV   Akşahîn got ku zarokên ku bi zimanê xwe yê dayikê mezin dibin, dema dest bi dibistanê dikin divê zimanê xwe yê dayikê li derve bihêlin û ev yek di zarokan de dibe sedema travmayê û wiha got: “Em dixwazin bikevin pêşiya vê. Em dixwazin hemû mirov bibin xwedî mafên wekhev. Em dixwazin kurd, laz, ermen bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.” Akşahîn, bal kişand ser pirsgirêkên ku xwendekar bi pêvajoya perwerdehiyê re pê re rûbirû dimînin.    DI HER QADÊ DE TÊKOŞÎNA ZIMANÊ DAYIKÊ    Akşahîn, a bal kişand ser qedexekirina konser û şanoyên kurdî, bi bîr xist ku dem dem kurdî bi temamî hatiye qedekirin û ev tişt anîn ziman: “Parastina mafê perwerdehiyê ya bi zimanê dayikê ya mirovan, ne tenê pirsgirêka sazî, partiyên siyasî û sendîkayan e. Pirsgirêka her mirovê demokrat û li nirxên mirovan objektîf dinêre ye. Pirsgirêka me hemûyan a hevpar e û gotûbehs pêşeroja zarokên me ye. Em ê di her qadê de têkoşîna zimanê dayikê bidin.”