Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin 2023-01-21 11:14:33   AGIRÎ - Hate diyarkirin ku derziya girtiyê nexweş Abîdîn Încî yê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin divê mehê carekê bikarbîne, 6 mehan carekê tê bikaranîn.    Zextên li ser girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tên ragirtin didomin. Hate diyarkirin ku derziya girtî Abîdîn Încî yê gelek nexweşiyên wî hene divê mehê carekê bikarbîne, 6 mehan carekê tê bikaranîn. Li gorî agahiyên girtî Încî bi rêya parêzerên xwe ragihandin, hate diyarkirin ku tevî gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene jî nagihe mafê tenduristiyê. Hat diyarkirin ku Încî yê Nexweşiya Tayê ya Behraspî ya Kronîk pê re heye tevî ku daxwaza sewqkirina nexweşxaneyê kiribû jî 3-4 meh in nehatiye sewqkirin û ji ber vê yekê gelek zehmetî kişandiye.    BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN JIYAN RAGIHANDIN   Încî têkildarî binpêkirinên mafan ên jiyan re ev agahî dan: “Dema dîrokên sewqkirinê hatin ji aliyê leşkerên peywîrdar ve kontrola nava dev tê kirin, kontrolên tên kirin ji armanca xwe derdikevin û rêbaza kontrola devî ji hêla leşkeran ve li şûna tedbîreke ewlehiyê weke amûreke îşkenceyê hatiye bikaranîn. Daxwaza aktîvîteyên hunerî û civakî ji rayedarên girtîgehê dikin, lê daxwaz bi awayekî kêfî nayên bicihanîn. Hejmara pirtûkan bi 6 pirtûkan hatiye sînordarkirin û heta pirtûkên bi bandrol jî di çarçoveya qedexeyê de bi awayekî kêfî tên qedexekirin. Li ser daxwaznameyên ku me ji dozgeriyê re şandine em tu bersivê nagirin û gumana me heye ku daxwaznameyên ku şandine ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehatine şandin. Dîsa girtiyên edlî anîne cem qawişên ku girtiyên siyasî lê dimînin. Ev yek mafê me yê jiyanê bin pê dike û derûniya me xera dike.”