Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne 2023-01-21 14:44:14 AMED/ÊLİH - Malbatên windakiriyan li Amed û Êlihê faîlên Harbî Arman ê hate qetilkirin û aqûbeta Serokê HADEP'ê yê Navçeyê Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn û anîn ziman ku dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze.    Malbatên Windakiriyan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 728’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin, vê hefteyê li aqûbeta Harbî Arman ê ku di 20'ê çileya 1992'yan de li Amedê hatî qetilkirin pirsîn.    Di çalakiyê de serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytun axivî û bal kişand ser pergala bêcezahiştinê ya Tirkiyeyê. Zeytûn, diyar kir ku dozên kujerên Alî Îsmaîl Korkmaz û Kemal Kûrkût dişopînin û got: "Di encama van dozan de kujer hatin beraetkirin. Bi biryara ku hatî dayîn kujer hatin parastin. Bi rêya bêcezahiştinê hesap nayên pirsîn û pergaleke wisa heye. Di nava vê hefteyê de gelek doz bêcezahiştînê bi dawî bûn. Doza Vartînîs û JÎTEM'a Enqerê, çend kiryar diyar bin jî ceza nehat dayîn. Dewlet îro bi îhlalkirina mafên mirovan, bêcezahiştina kiryaran pergala xwe didomîne. Lê divê bê zanîn ku ji bo pêkanîna heq û hiqûqê û ji bo kesên ku edaletê daxwaz dikin dê bi israr têkoşîna xwe bidomînin."   'EM Ê HER TIM TÊKOŞÎNA WAN BIDOMÎNIN'   Zeytûn, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em li vir carek din Hrant Dînk bi bîrtînin. Hrant, li dijî gotinên înkarê û bîrdoziya fermî têkoşîn dida û hedef hat girtin. Gelek kes di binçavan de hatin windakirin û gelek kes bûn qurbanên cinayetên polîtîk. Em ê her tim wan bînin ziman û têkoşîna wan a nasnameya polîtîk bidomînin."   Piştî axaftina Abdullah Zeytûn, Derya Yildirim a ku endama Lîjneya Rêveberiya ÎHD'a Amedê ye, çîroka qetilkirina Harbî Arman xwend.    Pişt re jî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    AQUBETA TANIŞ Û DENÎZ HATE PIRSÎN   Malbatên Windakiriyan û rêveberên Şaxa ÎHD'a Êlihê jî di hefteya 564'emîn de çalakiya xwe li dar xistin. Malbatên windakiriyan ên li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistan hatin gelhev, pankarta "Bila Winda Bên Dîtin Faîl Bên Darizandin" vekirin. Rêveberê Şaxa ÎHD'a Êlihê Zana Yucel Bozkûrt ê li vir axivî, anî ziman ku heta ku encamekê bi dest bixin wê aqûbeta windakiriyan bipirsin. Di çalakiyê de çîroka Serokê HADEP'ê yê Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekir Denîz ku piştî di 25'ê çileya 2001'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin hat xwendin û aqûbeta wan hat pirsîn.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.