ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir 2023-01-21 15:09:17 STENBOL - ÎHD’ê di çalakiya “Rûniştina F” de bal kişand ser rewşa Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî û xwest demildest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 565’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya xwe li dar xist. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankartên “Mafê tedawiyê nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan bê berdan” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin.    Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî destek da çalakiyê û gelek parêzvanên mafê mirovan tev li bûn. Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî da.   ‘RAPORA SAZIYA TIBA EDLÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN’   Yolerî bal kişand ser nexweşiyên Ozkan ku 27 sal in girtî ye û nexweşiyên wek dil, hîpertansiyon, troîd, gulçik,  alzheimer û demans lê peyda bûne û ew bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe didomîne. Yolerî da zanîn ku li gel rapora “nikare di hefsê de bimîne” ya nexweşxaneyê jî Saziya Tiba Edlî berdana Ozkan asteng dike. Yolerî got li gel ku Ozkan nikare li hefsê bimîne jî lê dîsa nayê berdan û wan bi keça Ozkan re hevdîtiye kiriye û keça wî ji wan re diyar kiriye ku birayê wê li gel avê wê girtî ye û birayê wê Ahmet jî di meha gulanê de tê berdan.    Yolerî da zanîn ku rapora Saziya Tiba Edlî ku berdan Ozkan asteng dike nayê qebûlkirin û divê Ozkan tavilê bê berdan û êdî dema xwe li gel malbata xwe derbas bike.