Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan 2023-01-21 15:25:59   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku girtiyê nexweş Yahya Guneş ji ber nexweşiyên wî giran in dema sewqî nexweşxaneyê tê kirin zehmetî dikişîne û tedawiya wî nayê kirin û xwest cezayê wî bê taloqkirin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 437’emîn de li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yahya Guneş ê li Girtîgeha Espiyeya Gîresûnê ya Tîpa L’yê girtî ye. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da.    NIKARE BI TENA SERÊ XWE BIJΠ   Tûrgût bi bîr xist ku Yayha Guneş 51 salî ye û ji mijdara 1995’an ve girtî ye û destnîşan kir ku gelek nexweşî lê peyda bûne û ew nexweşiya pişik pê re heye û hin lekeyên mezin li pişika wî hatine tespîtkirin. Tûrgût destnîşan kir ku ji ber nexweşiyên wî giran in dema sewqî nexweşxaneyê tê kirin zehmetî dikişîne, wî kelemçekirî dibin nexweşxaneyê û tedawiya wî nayê kirin. Tûrgût anî ziman ku di heman demê de nexweşiya romatîzmayê û hestiyan lê peyda bûne û ew bi tena serê xwe nikare hewcedariyê xwe dabîn bike û û bi piştgiriya hevalên xwe dijî. Tûrgût diyar kir ku her roja ku diçe rewşa Guneş giran dibe û ji ber şert û mercên nebaş ên girtîgehê nayê tedawîkirin û xwestin demildest cezayê wî bê taloqkirin û berdan da ku li derve tedawiya wî bê kirin.