HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek 2023-01-22 10:27:17 STENBOL - Endamê Lijneya Rêveber a HDK’ê Sedat Şenoglû hemû kes vexwend Lijneya Giştî ya ku dê di 29’ê çileyê de bê lidarxistin û wiha got: “Em dikarin hemû hêzên civakî di bin sîwana HDK’ê de bînin ba hev. Li HDK’ê ji bo hemû hêzên bexwedêr cih heye.” Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi mebesta ku hemû nasnameyên cuda, hemû bawerî û çanda di bin heman sîwaneyê de bîne ba hev û ji bo aştiya civakî, mafên sereke û azadiyan di 15’ê cotmeha 2011’an de hate damezirandin. HDK, dê di 29’ê çileyê de bi dirûşma “Li dijî faşîzm û kedxwariyê em di meclisên demokratîk de bên ba hev. Bi civaka rêxistinkirî û azad re jiyana nû ava bikin” 12’emîn Lijneya Giştî li dar bixe. Lijne dê li Navenda Çandê ya Stenbolê bê lidarxistin û amadekariyên wê didomin.    Endamê Lijneya Rêveber a HDK’ê Sedat Şengolû têkildarî pêvajoya 12 salan, xebat û armancan bi ajansa me re axivî.      ‘HDK RIZGARIYA GELAN E’   Şengolû diyar kir ku HDK bi mebesta avakirina têkoşîneke hevpar a hemû derdorên di tevahiya dîroka komarê de hatine tepisandin, mafên wan hatine xespkirin, keda wan hatiye xwarin, rastî cihêkariyê hatine û ji bo avakirina tifaqeke civakî û pêşxistina lêgerîneke li derveyî pergalê hatiye avakirin û wiha got: “Bi vê mebestê dest bi rê kir û vê meşa xwe didomîne. Felsefeya HDK’ê li dijî pergala kapîtalîst a mêrserdest û îktîdarên faşîst tekane rêya rizgariyê ye. Lewma ji destpêkê ve jî rêxistiniya civakî didomîne. Ji destpêkê ve ji hêla gelan ve hate pejirandin. Ji bo ku gelên bindest ên Tirkiyeyê bikarin gotina xwe bikin, ji bo hêviya wan a aştî û azadiyê hêzeke pir mezin a mîna HDP’ê hate avakirin. Serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinê de nîşan dide ku paradîgmaya demokratîk û azadîxwaziya jinê ya HDK’ê ji hêla civakê ve hatiye pejirandin. HDK xwedî wê hêzê ye ku bikare ji bo hemû pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û hwd. çareseriyan pêş bixe. Meclisên me hene ku dest li pirsgirêkên civakî wer bide, polîtîkayan pêş dixe û çareseriyan peyda dike. Meclisên me yên ked, tenduristî û ekolojiyê tecrûbeyên mezin bi dest xistin. Li her devera têkoşîna ekolojiyê tê dayîn teqez HDK û HDP’î hene.”    ‘HÊZA BINGEHÎN A TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ’   Bi domdarî Şenoglû got ku hêza bingehîn a têkbirina faşîzmê û guherandina îktîdarê HDK ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê di serdema pêş de ji bo vê formê gavên rêxistinî biavêjin û dê bi ser kevin. Di qada têkoşîna ekolojiyê de HDK’ê bi fikr, pratîk û hewldanên rêxistinkirinê hemleyên xurt kirin. Yek ji sedemên avabûna HDK’ê jî mijara gel û baweriyan e. Di vê çarçoveyê de me çendek hevdîtinên ku gel û baweriyên cuda tînin ba hev kirin. Di van hevdîtinan de çandên cuda karîn xwe vebêjin. Ev hewldan pir girîng in. Di mijara tenduristiyê de Meclisa Tenduristiyê tecrûbeyên pir baş qezenckirin. Her wiha di hemû serdeman de konferansên me yên cuda hatin lidarxistin. Ev yek jî ji bo zanekirina civakê û rêxistinkirinê gavên girîng bûn.”    BANGA TEVLIBÛNA LIJNEYÊ    Şenoglû axaftina xwe wiha qedand: “Divê em civakê ji faşîzmê rizgar bikin. Her wiha divê em pergala kapîtalîst ku faşîzmê ji hêla siyasî ve diafirîne jî bi hêza civakê bidin têkbirin. Em dibêjin ku ev bi saya meclisan pêkan e. Berxwedan û li dijderketin bi tena serê xwe têrî nake. Divê em xebatên avakirinê jî bikin. Divê hemû hêzên kedkar û demokrasiyê yên civakê ji bo têkbirina faşîzmê di meclisan de bibin yek. Ji ber ku pêdiviya civaka me, gelên Tirkiyeyê û cîhanê bi vê heye. Ji bo vê jî em di qonaxeke pir krîtîk û dîrokî de ne. Li gorî me, me di meh û salên pêş de karîbe çi serxistibe dê avakirin li ser wê hîme teşe bigire. Heta ku civakeke rêxistinkirî nebe dê civak jî azad nebe. Heta siyaseteke demokratîk nebe jî faşîzm têk naçe. Li ku dêrê pêdivî pê hebe hemwelatî û bindest li wir xwe birêxistin dikin. Banga me ji bo hemû derdoran ew e ku di 29’ê çileyê de tev li 12’êmîn Lijneya Giştî ya HDK’ê bibin û xwedî lê derbikevin. HDK xwe di vê lijneyê de çawa ava bike, dê pêşerojê wê jî bi wî awayî teşe bigire. Em dikarin hêzên civakî di bin sîwana HDK’ê de bînin ba hev. Di bin sîwana HDK’ê de ji bo hemû hêzên berxwedêr cih heye.”    MA / Rûkiye Adiguzel