Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye 2023-01-22 13:10:56   BEDLÎS - Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sînan Aygul ku ji ber nûçeyan her carê tê binçavkirin û derheqê wî de 7 lêpirsîn hene, diyar kir ku li bajêr tenê ew nûçeyên binpêkirin, nelirêtî, dizî, tacîz û destdirêjiyan çêdike lewma her tim dibe hedef û wiha got: “Lê paşvegavavêtin nîne. Ez ê ji bo rûmeta pîşeya xwe li ber xwe bidim.”    Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sînan Aygul ji ber nûçeyên ku çê dike hema hema her mehê tê binçavkirin. Pêr jî hate binçavkirin û piştre hate berdan. Derheqê Aygul de 7 lêpirsîn hatine destpêkirin û dibêje ku tevî hemû zext û astengkirinan jî dê dev ji karê xwe bernede.     DI MEHA DAWÎ DE ZEXT ZÊDETIR BÛN   Aygul, da zanîn ku sedemên girtin û binçavkirina wî bi temamî girêdayî xebatên rojnamegeriyê ne û wiha got: “Gelemperiya nûçeyên min têkildarî nelirêtî, dizî, tacîz, destdirêjî û binpêkirinên mafan in. Weke mînak; ji ber ku min parlamenterê AKP’î rexne kir hatim binçavkirin. Hefteyek berê jî ji ber nûçeyeke xwe ya têkildarî tacîzê hatim binçavkirin, derbkirin û 10 rojan girtî mam.  Rojek berê jî li ser giliyê Parlamenterê AKP’ê yê Bedlîsê Vahît Kîler hatim binçavkirin. Polîsan ez ji pişt ve kelemçe kirim. Di esasê xwe de dema gilî tê kirin, kiriyara binçavkirinê pêk nayê. Heta ku ez sûc qebûl jî bikim divê binçavkirin çênebe. Lewma jî binçavkirina min derqanûnî ye. Sedema binçavkirina min jî xebatên rojnamegeriyê ne. Nelirêtî û diziyên siyasetmedaran rewşeke wiha ya sosret derdixîne holê. Ez nizanim bê ka ev rewş dê heta kengî wiha bidome. Lê ev 13 sal in ez vê dikişînim. Lê balkêş e ku di vê meha dawî de hîn bêhtir hedef têm girtin.”    ‘EZ DEV JÊ BERNADIM’    Bi domdarî Aygul bi lêv kir ku zext û astengiyên li ser rojnamegerên ku nûçeyên nelirêtî, tacîz û destdirêjiyê çêdikin zêde bûne û wiha derbirî: “Dixwazin ku rojnameger tenê nûçeyên çîçek û kêzikan çêbikin. Xuyaye ku bi ser jî ketine. Ji ber ku otosansurek li ser rojnamegeran heye. Li vî bajarî tenê ez têkildarî binpêkirina nûçeyan çêdikim. Lewma dibim hedef. Ez rojnameger im û dê paşvegavê neavêjim. Heke bixwazin hinek tişt bi dawî bibin, divê dev ji nelirêtî, dizî, binpêkirinên mafan û faşîzmê berdin. Ez tişta rast dikim. Divê tu rojnameger dev ji heqîqetê bernedin. Ez dixwazim ku zext û astengkirinên li ser rojnamegeran bi dawî bibin. Bila rêzê bo çapemenî û mafê azadiya xweîfadekirinê bigirin. Peywira rojnamegeran ew e ku li ser navê cemaweriyê venihêrînê bikin. Em vî karî li ser navê gel dikin. Lê partiya îktîdarê û siyasetmedar vê fêm nakin. Ev xeteke têkoşînê ye û ez vê têkoşînê didomînim. Beriya min jî kes hebûn. Min pênûsa wan rakir û dê hin kesên din jî pênûsa me dewr bigirin. Ji bilî vê tu rêyên din nînin.”    BERXWEDAN DÊ BIDOME   Di berdewamê de Aygul da zanîn ku bi dehan rojnameger bi awayekî neheq û derhiqûqî hatine biçavkirin û wiha bi dawî kir: “Bi dehan jê niha girtî ne. Divê ev rojnameger tavilê werin berdan. Ditirsim ku bêm girtin. Ditirsim ku rojekê li nava kolanê bêm kuştin. Ji ber ku ev îxtîmal zêde dûr nînin. Bi dehan hevalên me bi vî awayî hatin qetilkirin. Ev fikara min heye lê dê ev fikar min ji nivîsandinê neke. Em bi israr karê xwe bi awayekî herî baş bikin. Berxwedana me ya ji bo pîşeya me dê bidome.”    MA / Cengîz Ozbasar