Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn 2023-01-22 14:15:05 ŞIRNEX - Li herêma Bestayê di navbera endamên HPG’ê û artêşa tirk de pevçûn derket. Hat ragihandin ku di pevçûnan de cerdevanek hate kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.        Duh bi şev li Herêma Besta ya Şirnexê di navbera endamên HPG’ê û artêşa tirk de pevçûn derket. Li gorî agahiyan, di encama pevçûnan de cerdevanê bi navê Nûmet Encû bi giranî birîndar bû. Encû ku ji bo tedawîkirinê anîn Tûmena Leşkeran, li wir mir.    Çavkaniyan da zanîn ku di pevçûnê de gelek leşker jî birîndar bûne lê hejmara wan nehatiye zelalkirin.